Rêveberiya Xweser nirxê ava vexwarinê û paqijiyê 5 qat zêde kir

Rêveberiya Xweser nirxê ava vexwarinê û paqijiyê 5 qat zêde kir

.

A+A-

 Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê nirxê ava vexwarinê û paqijiyê ji aliyê Desteya Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser ve 5 qat hat zêdekirin.

Şaredariya bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê îro Pêncşemê 11ê Gulana 2023an ragihand, wan pereyên paqijiyê û ava vexwarinê bi biryarekê ji Desteya Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê ji 2 hezar lîreyên Sûrî kirine 10 hezar lîre.

Endamê ofîsa cîbicîkar a Şaredariya Qamişloyê Emîn Cedûa ji medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser re got, ew biryar ji vê mehê ve tê cîbicîkirin.

Emîn Cedûa destnîşan kir ku ji meha Adarê ve ew biryar li bajarê Dêrikê tê cîbicîkirin, sedema wê girankirinê jî ew e ku nirxê çakkirina alavên kar û mûçeya karkeran zêde bûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin