Rêveberiya Xweser: Mafên Kurdan bi biryarên demkî nayên parastin û divê di destûrê de bên çespandin

Rêveberiya Xweser: Mafên Kurdan bi biryarên demkî nayên parastin û divê di destûrê de bên çespandin

.

A+A-

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di peyamekê li ser biryara Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera ya girêdayî mafên gelê Kurd ragihand ku, biryarên demkî nikarin garantiya parastina mafan bikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro (Şemî, 17.01.2026) di peyamekê de bersiva biryara Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera ya girêdayî mafên gelê Kurd da.

Ev jî peyama Rêveberiya Xweser e:

Ji Raya Giştî re 

Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de , biryarnameya Birêz Ehmed El-Şera, Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, ya derbarê mafên gelê Kurd li Sûriyeyê de, şopandin. Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Xweser tekez dike ku maf bi biryarên demkî nayên parastin, lê belê bi destûrên daîmî yên ku îradeya hemû gel û pêkhateyan nîşan didin têne parastin û sazkirin.

Derxistina her biryarnameyekî, bêyî ku niyeta wê çi be, nikare garantiyek rastîn a mafên hemû civakên Sûriyeyê pêk bîne, heya ku ew nebe beşek ji çarçoveyek destûrî ya berfireh ku mafên her kesî bê îstîsna nas dike û diparêze. Ji vê perspektîfê ve, em di Rêveberiya Xweser de, wekî ku di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi zelalî hatiye destnîşankirin, tekez dikin ku pêdivî bi nivîsandina destûrek demokratîk a piralî heye ku mafên hemû civak, pêkhate û baweriyên Sûriyeyê diparêze û ewle bike, û vê cihêrengiyê wekî çavkaniya hêz û bedewiya rastîn a Sûriyeyê dibînin.

Di demekê de ku birayname wek gaveke yekem dibînin jî, ew li gorî daxwaz û hêviyên gelê Sûriyeyê nîne, yên ku qurbaniyên mezin dane û şoreşeke rastîn pêk anîne da ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin û dewleteke demokratîk ava bikin ku her kes tê de jiyaneke azad û bi rûmet li ser bingeha edalet û wekheviyê ,bijî.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji nû ve tekez dike ku çareseriya bingehîn a pirsgirêka maf û azadiyan li Sûriyeyê di diyalogeke niştimanî ya berfireh û destûreke demokratîk a nenavendî de ye ku şirîkatiyeke rastîn di navbera hemû Sûriyeyê de garantî dike û bingehên dewleteke welatîbûn û edaleta civakî datîne.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin