Rêveberiya Xweser li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da

Rêveberiya Xweser li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da

.

A+A-

 Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ji ber bombebaranên Tirkiyeyê piraniya kargehên elektrîk û gazê rawestiyan.

Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ji ber armancgirtina kargehên elektrîk û gazê ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve, piraniya wan kargehan rawestiyan.

Ofîsa Enerjiyê diyar kir ku santralên elektrîkê yên Amûdê, bakurê Qamişlo, Tirbe Spiyê û Siwêdiyê ji kar ketine.

Ofîsa Enerjiyê da zanîn ku di encama êrişên Tirkiyeyê de, navçeyên Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbe Spiyê, Çil Axa, Girkê Legê, Til Koçer, Til Hemîs, Dêrik û beşeke mezin a bajarê Qamişloyê û gund û bajarokên wê bê elektrîk mane.

Di her du rojên borî de, Tirkiyeyê bi rêya dronan êrişî cih û pêgehên xizmetguzariyê yên li Rojavayê Kurdistanê kir û di encamê de bi dehan saziyên elektrîk û petrolê ji kar ketin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin