Rêveberiya Xweser ji bo kesên ji leşkeriyê reviyane efûya giştî derxist

Rêveberiya Xweser ji bo kesên ji leşkeriyê reviyane efûya giştî derxist

.

A+A-

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo kesên ji xizmeta leşkerî reviyane lêborîneke giştî derxist û jidayîkbûyên 1998 ta 2004an jî vexwend bo xizmeta leşkerî.

Hevserokatiya Nivîsgeha Berevaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê xizmeta leşkeriyê de hejmarek biryar derxistin.

Li gor daxuyaniya Hevserokatiya Nivîsgeha Berevaniyê:

  • Kesên ji xizmeta leşkerî ya Rêveberiya Xweser reviyane û tawanên teror, kuştin û diziyê nekiribin hatine efûkirin û divê vegerin ser erka xwe ya berevaniyê
  • 45 roj bo kesê reviyayî li navxweya welat û 90 roj bo kesê reviyayî li derveyî welat hatiye dayîn daku vegere ser erka berevaniyê
  • Dema xizmeta berî revê ji kesê reviyayî ku vegere ser erka berevaniyê tê hejmartin
  • Divê ew kes serî li navendên erka xweparastinê yên li herêmên lê ne bidin û rewşa xwe çareser bikin
  • Roja 24/2/2022 biryara lêborînê tê cîbicîkirin
  • Kesên jidayîkbûyên 01/01/1998ê ta 31/03/2004ê bo xizmeta leşkerî tên vexwendin

Rêveberiya Xweser Hezîrana 2019an yasaya leşkeriya neçar pesend kir kiribû ku ji 35 maddeyan pêk tê.

 

Biryara Rêveberiya Xweser

Li gor wê yasayê, dema xizmeta berevaniyê 12 meh in, ji temenê 18 salî destpê dike û kesê ku xizmeta berevaniyê nekiribe heta temenê 40 salî dikare bike.

 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin