Rêveberiya Xweser ezmûnên refên 9 û 12 betal kirin

Rêveberiya Xweser ezmûnên refên 9 û 12 betal kirin

.

A+A-

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, biryar da, ezmûnên dawîn yên polên 9 û 12 neyên kirin û li şûna sîstema ezmûnan, sîstema nirxandinê were bikaranîn.

Li gorî biryarê, xwendekarên pola 9an, bi heman awayî nirxandina polên 7 û 8an, dê werin nirxandin û di encama nirxandina hersê polan de, diyar dibe ku xwedenkar hêjayî derçûnê ye yan na!

Xwendekarên pola 12an jî weke pola 10 û 11an dê bêne nirxandin û di encama nirxandina hersê polan de, derçûna xwendekaran dê bê diyarkirin.

Ezmûnên dawîn ji bo xwendekarên serbest

Desteya Perwerdeyê dibêje, ezmûnên dawîn ji bo xwendekarên serbest (yên ku naçin dibistanê) ranwestiyane û ji bo bidestxistina bawernameya pola 9, yan 12an, ew ê ezmûnên taybet ji xwendekarên serbest re destnîşan bikin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê diyar kiriye, nehiştina ezmûnan dikeve warê pêşxistina proseya xwendinê û bilindkirina asta perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê, herweha da zanîn, ew hewil didin li gorî rêbazên pêşketî yên cîhanê, xwendekaran binirxînin.

Hejmara xwendekar û mamosteyan

Di sala xwendinê ya 2021 de, cara yekem li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, 7000 xwendekar, tevlî ezmûnên refa 9an bûn û piştî derketina encaman, rêjeya biserketinê ji %75 bû.

Her wiha 4000 xwendekar, tevlî ezmûnên refa 12an bûn û piştî derketina encaman, rêjeya biserketinê ji %63 bû.

Li bakur û rojhilatê Sûriyê bi giştî nêzî 790.000 xwendekar, 5000 dibistan û 30.000 mamoste hene. Li herêma Cizîrê 2235 dibistan, 230.000 xwendekar û 19500 mamoste hene.

 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin