Rêveberiya Xweser: Êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên me berdewam in

Rêveberiya Xweser: Êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên me berdewam in

.

A+A-

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand hem êrîş û topbarana hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar li ser navçeya Şehba ya koçberên Efrînê berdewam in, hem jî koçberên Efrînî ku ji neçarî li navçeyê hatine niştecîkirin, ji hemû xizmetguzarî û pêwîstiyên jiyanê jî bêpar in.

Koçberên ku ji neçarî ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê derketine û li navçeya Şehba li bakurê Helebê niştecî bûne, derdê bêxizmetguzarî û pêdawîstiyên jiyanê dikişînin.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji bilî êrîş û topbarana hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar a berdewam li ser navçeyê, ew koçber ji hemû xizmetguzarî û pêdawîstiyên jiyanê jî bêpar in.

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Efrînê Bekir Elo dibêje ku hikûmeta Sûriyê rêgiriyê li çûn û hatina xelkê û veguhestina keresteyan ji Helebê dike.

Hevserokê Rêveberiya Efrînê Bekir Elo got: “Rêya çûn û hatinê bi Helebê re zehmet e. çûna û hatina kesan ji Şehba bo Helebê ne hêsanî ye. Her weha jî veguhestina keresteyan ji bo navçeya Şehba, her demekê Dewlet dorpêçê li ser Şehba disepîne. Hin caran dorpêç tê rakirin, lê ne bi şêweyekî dayimî. Derfetên kar jî tune ne."

Elo her wiha dibêje, nexweşiyên mejî û derûnî li nav koçberan pir zêde bûne û derman û bizzîşkên pispor ji bo çareseriyê li navçeyê tune ne.

Bekir Elo: “Me daxwaz li rêxistinan kiriye ku dermanê nexweşiyên damaran û derûniyê û bizîşkên pispor peyda bikin, lê heta niha ew xizmetguzarî peyda nebûye."

Li gorî amarên Rêveberiya Xweser, 100.000 koçberên herêma Efrînê li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê mane.

Piraniya koçberan di nav 5 kampan hatine niştecîkirin. Hejmareke mezin jî li bajarok û gundên navçeyê niştecî ne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin