Rêveberiya Xweser daxwaza herêma dijî firînê kir

Rêveberiya Xweser daxwaza herêma dijî firînê kir

.

A+A-

 Rêveberiya Xweser a li Cizîrê dubare daxwaza herêma dijî firînê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê kir.

Rêveberiya Xweser a li Cizîr a Rojavayê Kurdistanê roja 18ê Tebaxê, di daxuyaniyekê de dubare daxwaza navçeya dijî firînê li navçeyên bakurê rojhilatê Sûriye kir.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat diyarkirin, kiryarên dijminkarî yên Tirkiye dixwaze aramiya herêmê têk bide, her wiha valakirina navçeyê ji xelkê wê yên resen da ku warê xwe bicîh bihêlin. Her wiha daxuyaniya Rêveberiyê eşkere kir ku êrîşên Tirkiye yên rojane amajeyê bi wê yekê didin ku ew dixwaze perçeyekê din ji axa Sûriyê dagir bike.

Di daxuyaniya xwe de Rêveberiya Xweser daxwaz ji welatên garantor kir, Tirkiye pabendî rêkeftina 2019an bikin ku agirbestê li xwe digire û çareseriyekê ji krîza Sûriye re bibînin.

Di Gulana borî de Serokkomarê Tirkiye Receb Teyib Erdogan ragihandbû ku dê operasyoneke serbazî li Rojavayê Kurdistanê û bakur û bakurê rojhilatê Sûriye dijî HSDê û Rêveberiya Xweser pêk bîne lê di lûtkeya Tehranê de rê bi vê operasyonê nehat dayîn, lewra di dema dawî de Tirkiye êrîşên dronan li ser navçeyên Rêveberiya Xweser zêde dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin