Rêveberiya Xweser amadehiyên kirîna genimê cotkaran dike

Rêveberiya Xweser amadehiyên kirîna genimê cotkaran dike

.

A+A-

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê amadehiya kirîna genimê cotkaran dike.

Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Ehmed Yûnis li ser amadehiyên kirîna berhemên cotkaran ji Rûdawê re axivî.

“Zêdeyî 30 navendên kirîna genim hatine amadekirin”

Ehmed Yûnis ragihand ku ew dikarin zêdeyî 1 milyon ton genim bikirin û got:

“Destpêka her saleke çandiniyê sîlo (depo/embar) û navendên wergirtina genim di warê dermankirin, kadroyên teknîkî û pisporan de tên amadekirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 30 navendên kirîna genim hatine amadekirin ku dikarin zêdeyî 1 milyon û 500 hezar ton genim bikirin.

Di heman demê de komîteyên hawarçûnê yên jî bo vemirandina agir jî dikevin rewşa amadehiyê.”

Desteya Çandiniyê sîlo û navendên pêwîst amade kirine da ku karibe hemû genimê 2024an ji cotkarên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikire.

“Em dikarin 1 milyon û 500 hezar ton genim bikirin”

Li gorî gotina Ehmed Yûnis, armanca amadehiyan ew e ku xerciyên cotkaran ên kirîna telîsan kêm bikin.

Ehmed Yûnis di berdewamiya axaftina xwe de jî de diyar kir ku ew pêşbînî dikin bi saya baranbarîna baş, îsal berhema genim zêdeyî 1 milyon û 500 hezar tonî be.

Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo demsala çandiniyê ya 2023-2024an nêzîkî 5 milyon donim genimê bejî û avî hatiye çandin.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser heta niha bihayê kirîna genim destnîşan nekiriye.

Sala borî bihayê kîloyeke genim 43 sentên Amerîkî bûn û Rêveberiya Xweser genim bi vî fiyatî ji cotkaran kirîbû.

Ehmed Yûnis berê jî eşkere kiribû ku dê îsal jî hemû berhemên genim û pembo ji cotkaran bikirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin