
Rêveberiya Xweser alîkarî şandin Siwêdayê
.
Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku wan alîkariyên mirovî yên lezgîn ji gelê Siwêdayê re şandine.
Li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê ji 13ê Tîrmehê ve di navbera eşîrên Ereb ên Bedewî û Durziyan de şer û pevçûnên dijwar derketin.
Hikûmeta Şamê piştî gurbûna bûyeran hêzên ewlehiyê şandin Siwêdayê lê di navbera hêzên Şamê û Durziyan de jî şer û pevçûnan rû da.
Lê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê piştî êrişên balafirên şer ên Îsraîlê ji bajarê Siwêdayê vedikişin.
“Gelê me yê Siwêdayê di rewşeke mirovî ya pir zehmet re derbas dibe”
Piştî van rûdanan, Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran da zanîn ku wan alîkariyên mirovî ji gelê Siwêdayê re şandine û got:
“Em radighînin ku me alîkariyên mirovî yên lezgîn ji bo gelê xwe yê li parêzgeha Siwêdayê şandin.
Gelê me ku ji ber bipêşketinên dawî û êrişên li ser herêmên wan tên kirin di rewşeke mirovî ya pir zehmet re derbas dibe û ji ber wê jî rewşên jiyanî û xizmetguzerî xirabtir bûne.
Di heman demê de em bangî hemî aliyên neteweyî, xêrxwazî û saziyên mirovî dikin ku hewldanên xwe bikin yek û piştgiriya xwe ji bo gelê me li Siwêdayê zêde bikin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin