Rêveberiya Rojava destê hevkariyê dirêjî Komkara Erebî kir: Em amade ne!

Rêveberiya Rojava destê hevkariyê dirêjî Komkara Erebî kir: Em amade ne!

.

A+A-

 Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ragihand ku ji bo têkoşîna li dijî terorê û pêşîgirtina guhertina demografiyê, ew amade ne bi Komkara Erebî re kar bikin.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê), li ser encamnameya 33yemîn Lûtkeya Erebî ku 16ê Gulanê li paytexta Bahreyn Manamanê pêk hat daxuyaniyek nivîskî belav kir. 

‘Helwesta Komkara Erebî erênî ye’

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di benda 6an a encamnameya lûtkeyê de rewşa Sûriyeyê û vegera bi ewle ya penaberan hatiye vegotin. Guhertina demografiyê jî hate redkirin.

Em li ser bingeha pabendîbûna me bi rêgezên hevbeş de, destnîşan dikin ku xalên di encamnameyê yên têkildarî rewşa Sûriyeyê hatine bibîrxistin de, gelek girîng in. Têkildarî çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên ku nahêlin Sûriyeyî li hev bikin, helwesteke Erebî ya erênî ye.”

‘Li Efrînê guhertina demografiyê heye’

Hate bibîrxistin, “Bûyerên li Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê rû didin, berevajî hewldanên Erebî ne ku dixwazin aramiya li Sûriyeyê pêk were. Li wan deveran, li kêleka pêkanînên dewleta Tirk û çeteyên wê koçberkirin û guhertina demografiyê heye.”

‘Em amade ne bi Komkara Erebî re kar bikin’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, “Em dibêjin, em amade ne bi Komkara Erebî û hêzên din re di warê têkoşîna li dijî terorê, vegera ewlehiyê û rêgirtina li pêşiya guhertina demografiyê de kar bikin. Em bang li Komkara Erebî dikin ku fişarê bike ji bo ku hêviyên gelê Sûriyeyê pêk werin, dagirkerî bi dawî bibe, îstiqrara li herêmê pêk were. Dîsa em dibêjin, em ê erka xwe ya nîştimanî pêk bînin, yekîtiya Sûriyeyê, gel û erdnîgariya wê biparêzin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin