
Rêveberiya Rojava: Deshilata Şamê nahêle em alîkariyan bigihînin Siwêdayê
.
Li parêzgeha Siwêdayê piştî komkujiyên dawiyê, alozî û kirîzeke mirovî ya mezin rû daye ku xelkê Siwêdayê ji Rojavayê Kurdistanê banga alîkariye kiribû.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser bangên welatiyên parêzgehê, alîkariyên mirovî bi rêya Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkar re amadekarî kirin.
Desteyê diyar kiriye ku wan di çarçoveya alîkariya bi Siwêdayê re karwanê alîkariyan amade kiriye, lê hîna alîkariyên wan di depoyan de ne û ew li bendê ne korîdorek mirovî ya bi ewle were vekirin, da ku alîkariyan di zûtirîn demê de derbasî Siwêdayê bikin.
Li gorî zanyariyan, desthilatên hikumeta veguhêz a Sûriyê astengiyan derdixin û heta niha jî bersiveke fermî ji bo derbaskirina karwanê alîkariyan nedane.
Rêveberiya Rojava û saziyên wê hewldanên ji bo vekirina korîdoreke ewle ji bo derbaskirina alîkariyan didomînin, lê heta niha bersiva wan nehatiye dayîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin