Reuters: Îranê daxwaza Amerîkayê red kir

Reuters: Îranê daxwaza Amerîkayê red kir

.

A+A-

 Li gorî çavkaniyeke dîplomatîk, Îranê di roja yekem a dan û standinên nerasterast ên li Umanê de daxwaza Amerîkayê ya ji bo rawestandina temamî ya dewlemendkirina uranyumê red kir.

Dîplomatekî Rojhilata Navîn ji ajansa Reutersê re ragihand, “Îran amade nîne dest ji mafê xwe yê dewlemendkirina uranyumê berde lê amadehiya xwe nîşan daye ku li ser rêje û asta paqijiya wê dan û standinan bike.”

Heman çavkaniyê diyar kir ku Tehran wisa difikire ku şandeya Amerîkayê ji bo daxwazên Îranê “hinek nermî” nîşan daye.

Her wiha hat gotin ku di vê gera dan û standinan de mijara şiyana mûşekî ya Îranê qet nehatiye rojevê.

Hevdîtina rû bi rû û navbeynkariya Umanê

Malpera Axiosê ya Amerîkayê li ser bingeha agahiyên du çavkaniyan ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî destpêkê bi şêwirmendê Trump Jared Kushner û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff re rû bi rû civiyaye.

Piştî vê hevdîtinê, dan û standin bi navbeynkariya Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedr Busaîdî bi awayekî nerasterast berdewam kirine.

Hat eşkerekirin ku civîn ji saet 10:00an heta 18:00an domiyaye.

Eraqçî: Me destpêkeke baş kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştî civînan ji televîzyona fermî ya welatê xwe re axivî û got:

“Ev ji bo dan û standinan destpêkeke baş bû.

Têgihîştineke hevpar heye ku em berdewam bikin.

Eger ev pêvajo bi vî rengî bimeşe, em dikarin ji bo peymanekê bigihêjin çarçoveyeke baş.”

Mercên Washingtonê û xeta sor

Beriya van daxuyaniyan, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kiribû ku Washington dixwaze çarçoveya dan û standinan berfireh be.

Rubio destnîşan kir ku divê bernameya mûşekên balîstîk, piştgiriya Tehranê ya ji bo komên çekdar û miamaleya birêvebiriya Îranê ya li hemberî gelê xwe jî di rojevê de bin.

Rubio got, “Ji bo Washingtonê dewlemendkirina uranyumê ya li ser axa Îranê xeta sor e çimkî ev wekî rêya çêkirina çekên nukleerî tê dîtin.”

Îranê jî heta niha her tim ev îdia red kirine.

Aloziya leşkerî û gefên Trump

Ev hewlên dîplomatîk di bin siya aloziyeke leşkerî de bi rê ve diçin.

Amerîkayê hêzeke deryayî ya xurt şandiye herêmê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî hişyarî da ku eger peymanek pêk neyê “dê tiştên xerab biqewimin.”

Amerîka Hezîrana 2025an tevlî şerê Îran û Îsraîlê bûbû û hinek navendên nukleerî yên Îranê hatibûn bombebarankirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin