Rêjîma Îranê li hayama sala 2023 de zêdetir ji 216 zarok binçav kirine

Rêjîma Îranê li hayama sala 2023 de zêdetir ji 216 zarok binçav kirine

.

A+A-

Li heyama sala 2023 de zêdetir ji 2 hezar û 353 hevwelatî ku nasnameya wan hatiye zanîn, ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve hatine binçav kirine ku 216 kes ji wan zarok û 325 kes jî jin bûne.

Pêka rapora “Hengaw”ê, li sala 2023 a Zayînî de hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê zêdetir ji 2 hezar û 353 hevwelatî ku nasnameya wan hatiye zanîn, binçav kirine ku 216 kes ji wan zarok û 325 kes jî jin bûne û zêdetirîn rêjeya binçavkirinê li asta parêzgehan de li parzêgeha Sîstan û Belûçistanê de beûye ku hejmara wan zêdetir ji 588 halet bûye.

Herwisa li vê amarê de hatiye ku zêdetirîn binçavkirin ya welatiyên Kurd bûye ku rêjeya haletên tomarkirî hezar û 29 halet bûne ku %44 a tevahiya rêjeya binçavkirina li Îranê de li xwe digre.

Pêka amara “Hengaw”ê binçavkirina zarokan ji aliyê hêzên ewlehî ve %9 û ya jinan %14 a tevahiya binçavkrinan li xwe digre.

Herwisa temenê hejmarek ji zarokaên ku hatine binçavkirin ji 2 salî heta 10 salî bûne û ji li gelempera zarokên binçavkirî 10 keç û 201 jî kur bûne.

amara serast gelek ji vê zêdetire û gelek kes ji aliyê hêzêpn ewlehî ve hatine bêseûşûnkirin ku kes qedera wan an nasnameya wan nizane û rêjêm vê yekê perdepoş dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin