Rejîma Îranê hemwelatiyekî din ê Kurd bi darve kir

Rejîma Îranê hemwelatiyekî din ê Kurd bi darve kir

.

A+A-

Rejîma Îranê hemwelatiyekî Kurd ê ji ber tawana kuştina qesdî cezayê darvekirinê jê re hatibû dayîn, do li girtîgeha navendî ya Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê bi dar ve kir.

Komeleya Mafên Mirova Hengaw diyar kiriye, do 13.02.2022yê cezayê darvekirina hemwelatiyekî xelkê Şabad (Îslam awa) yê bi navê Museyîb Ferecî yê temen 34 salî li girtîgeha Dêzilawa ya Kirmaşanê hatiye bicihanîn.

Herwiha hat eşkerekirin, Museyîb Ferecî du sal berî niha bi tohmeta kuştina qesdî ve hatiye girtin û pişt re ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve cezayê darvekirinê jê re hatiye dayîn û ji wê demê heta niha li girtîgeha Dêzilawa ya Kirmaşanê girtî bûye.

Heman çavkanî destnîşan dike, di sala 2021ê de cezayê darvekirina 48 hemwelatiyên Kurd li girtîgehên Îranê hatiye bicihanîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin