Rêjîma Îranê 26 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirin

Rêjîma Îranê 26 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirin

.

A+A-

Pêka dawî raporên belavbûyî, li roja Çarşemî 26ê Çiriya Paşîn, “Hemîd Yûsifzêhî, Ehmed Sultanî” û 5 girtiyên din ku nasnameya wan hêj nehatiye zanîn li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê de hatine bidarvekirin.

Herwisa li vê rojê de “Mihemedhusên Xezayî, Dawûd Necefî” û girtiyek din ku nasnameya wî nehatiye zanîn li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê, “Elî Sayêefken û Mêhrdad Pûrhusêyn” li girtîgeha Lakan a rêjîmê li bajarê Reştê hatine bidarvekirin.

Li vê rojê de “Izetullah Neşrî” û girtiyek din ku nasnameya wî nehatiye zanîn li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bucnûrdê û “Mehîn Rehîmî û Seyîd cewad Tebatebayî” li girtîgeha Wekîlabad a rêjîmê li bajarê Meşhedê, “Sadiq Refî`î, Mihemed dadxwah û Mazyar Ebasî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îsfehanê û “Hormoz Nicatî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îsferayînê de hatine bidarvekirin.

Li roja Sêşemî 25ê Çiriya Paşîn jî, “Noşad Emîrî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qezwênê, “Kerîm Refî`î” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zencanê, “Mehdî Fethîpûr” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gurganê, “Kerem Yûsifiyan û Hişmet Şîrawend” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Xuremabadê de hatine bidarvekirin.

Herwisa 2 roja pêştir jî li roja Yekşemiyê, girtiyek ku nasnameya wî nehatiye zanîn li girtîgeha rêjîmê li bajarê Meraxê û “Ceifer Şukrî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bîrcendê de hatibûne bidarvekirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin