Rêbwar Talebanî: Bizav tê kirin piraniya Kurdan li navenda Kerkûkê nemîne

Rêbwar Talebanî: Bizav tê kirin piraniya Kurdan li navenda Kerkûkê nemîne

.

A+A-

Serokê berê yê Civata Parêzgeha Kerkûkê radigehîne, “Desthilatdarên Kerkûkê bi pilan mijûlî kêmkirina Kurdan û zêdekirina Ereban li navenda Kerkûkê ne”.

Serokê berê yê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî îro (Duşem, 11.03.2024) li ser rewşa niha ya parêzgeha Kerkûkê, hilbijartina parêzgerê Kerkûkê û çend pirsên din ji K24ê re got, “Min gelek caran tekez kiriye ku, ew hêz û komên çekdar, ên ku niha li Kerkûkê û deverên din ên Îraqê ne, keristeyê destê welatekî derve ne. Îraqê bi xwe serwerî nemaye û hikûmeta wê nikare wan hêzan kontirol bike. Ev yek ji bo tev aliyan ron bûye”.

Serokê berê yê Civata Parêzgeha Kerkûkê herwesa got, “Me bi pêkînerên niha yên kabîneya Sûdanî re li ser 13 xalan li hev kiriye, û di çarçoveya lihevkirina me de pêdivî ye rewşa Kerkûkê vegere pêş rûdanên 16ê Cotmehê, lê mixabin heta niha jî piraniya wan xalan nehatine bicihanîn û rewşa Kerkûkê her wekî xwe maye”.

Rêbwar Talebanî amaje jî da, “Niha biraderên netewe Ereb dixwazin navenda bajarê Kerkûkê ku piraniya wê Kurd in kêm bike û ji bo çend salên din nasnameya wê ji Kurdî bo piraniya Erebî bê guhertin. Bizav tê kirin ku welatiyên Ereb ên deverên din ên Îraqê bînin Kerkûkê û Kurdan jî ji vî bajarî derbixin”.

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de tekez kir, “Xebata Kurdan nabe pêxemetî parêzger û postan be, belkî pêdivî ye şerî li ser nasnameya Kerkûkê bikin. Ev di 100 salên borî de arêşeya me ya serekî bû”.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin