Rêbiwar Talebanî: Rewşa Kerkûkê neasayî û nedestûrî ye

Rêbiwar Talebanî: Rewşa Kerkûkê neasayî û nedestûrî ye

.

A+A-

Serokê berê yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî îro 9ê Nîsanê ji K24ê re ragihand, heman zihniyeta ku di sedsala borî de Iraq û Kerkûkê îdare kiriye, niha îdareya Iraq û Kerkûkê dike.

Rêbiwar Talebanî got, serkirdeyên siyasî yên niha yên Iraqê, wek di dema rêkeftina 11ê Adara 1970ê de, rêkeftin û sozên opozîsyonê bi taybet di her du kongreyên London û Selahedîn de, poşman bûne.

Amaje bi wê jî kir, her çend e kurdan rewşa Kerkûkê diyar kiriye, lê rewşa niha ya Kerkûkê, weke rewşa dema rejîma Beis û piştî bûyerên 16ê Cotmehê ye.

Rêbiwar Talebanî tekezî li ser wê yekê jî kir, serok û serokwezîrên Iraqê ji piştî sala 2003an, berpirs in ji ber cîbicîkirina destûr û madeya 140.

Got jî, divê rewşa bajêr vegere berî sala 1968 were û xelkê wê yê resen biryarê li ser çarenivîs û rêvebirina bajêr bidin û nûnerên xwe bo parlamentoya Iraqê û encûmena bajêr hilbijêrin.

Rêbiwar Talebanî tekez kir, proseya erebkirina Kerkûkê, wek ya di serdema rêjîma Baas de berdewam e û her roj destdirêjî li ser mal û milkên kurdan li bajêr tê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin