Rêber Ehmed: Deriyê me ji bo lêkolîna ser êrîşa Hewlêrê û derxistina rastiyan vekirî ye

Rêber Ehmed: Deriyê me ji bo lêkolîna ser êrîşa Hewlêrê û derxistina rastiyan vekirî ye

.

A+A-

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, ew ji bo lêkolîna li ser êrîşa Hewlêrê û derxistina rastiyên behaneyên Îranê amade ne deriyê xwe ji ji bo saziyên ewlehî û leşkeriyê yê Iraqê vekin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, îro 15ê Adarê di civîneke rojnamevanî ya hevbeş ligel cîgirên serokê encûmena nûnerên Iraqê de got: “Em kêfxweşin ku lijneya derxistina rastiyan li Parlamentoya Iraqê, ku temamê kutle jî tê de ne û lêkolînê derbarê bûyerê de dikin. Spas ji bo piştevaniya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Ehmed da zanîn: “Berî niha jî serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi şandeke wezareta berevaniyê û wezareta navxwe serdana Hewlêrê kir. Em piştrast kirin ku Iraqê bixwe dê li hember pirsgirêk û gefan raweste û her ji li kîjan herêmê be.”

Rêber Ehmed diyar kir: “Dîtineke hevbeş heye ji bo dijî rawestana wan gefxwarinan, amadebûna hemahengiya saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kirin û piştevaniya wan lijneyan em dikin û zanyarî dayînê jî em ê bikin ku rastî eşkere bibin.”

Wezîrê Navxwe got: “Ev bombebarane bi moşekên aqil ve pêk hat û em jê nîgeranin, ev binpê kirine. Ti wateya dostanî û cîrantîyê di vê de tine û em daxwaz ji hikûmet, Parlamento û civaka navnetewî dikin her welatekî hebe li komkara erebî û Iraqê jî bixwazin lêkolînê bikin, ku rastiyan derbixin, yan bixwazin rastîyê eşkere bikin, em ê rê ji wan re vekin û rê bidin.”

Rêber Ehmed dawî anî ziman: “Em daxwazê ji Îran a cîran û Iraq û Komkara Erebî dikin lijneyeke navnetewî pêk bînin ji bo lêkolînê. Siyaseta me ronî ye ji aliyê pêwendiyên derve ve, hemahengiya zêde me ligel hikûmeta federal heye û piştre jî dê rastî ji xelkê û şeqaman re bên eşkere kirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin