Rêbaz Hemlan: Bexda ti carî êrîşkarên ser Hewlêrê aşkere nake

Rêbaz Hemlan: Bexda ti carî êrîşkarên ser Hewlêrê aşkere nake

.

A+A-

 Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan, piştî êrîşa li ser kêlgeha Kormorê rexne li hikûmeta Iraqê girt û ragihand, Bexda ti carî kujer û êrîşkarên ser Hewlêrê ceza nake.

Rêbaz Hemlan îro 27ê Mijdarê di daxuyaniyekê de derbarê êrîşa şeva borî ya li ser kêlgeha Kormorê de ragihand, Hikûmeta Federal a li Bexdayê, ti carî ew kes û aliyên ku êrîşên terorîstî dikin ser Hewlêrê û dezgehên petrol û gazê, aşkere nekirine û nake.

Herwiha Hemlan got: "Heta niha ti kes û aliyek ji ber van karên terorîstî nehatine cezakirin. Êdî dem hatiye ku Hikûmeta Iraqê xwedî helwesteke cidî be."

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ev êrîş wekî "êrîşeke tirsonekane" binav kir û destnîşan kir ku armancên êrîşê zelal in, ku ev in:

1- Pêkanîna fişara siyasî.

2- Vemirandin û têkbirina projeya elektrîka 24 demjimêrî ya ji bo malên welatiyan.

3- Têkdana aramî û seqamgiriya Herêmê.

4- Wêrankirina jêrxana aborî û enerjiyê.

Di dawiya daxuyaniyê de, Rêbaz Hemlan tekez kir ku nabe li hember vê "pîlana reş a terorîstan" bêdengî hebe.

Herwiha got: "Plangêr û êrîşkarên ser Kormorê tenê xirabkarî û wêrankariyê dixwazin. Ev gef rasterast li ser xweşguzeraniya jiyana hemû rûniştvanên Kurdistanê ye û dijayetîkirina wan xizmetguzariyan e ku hikûmet pêşkêşî xelkê dike."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin