RASTIYA ERDNÎGARÎ YA XANA ÊZDÎ, MURADIYE Û PÎR MEND DI AMEZA DÎROK A ZINDÎ DE

Tespît, Rexne, Şahidî û Belgekirina Lêkolîner Kemal Tolan (K.T.)
Ez wekî lêkolînerekî Êzdî, di hevdîtin, lêkolîn û serdanên xwe yên piralî de gihîştime wê encamê ku erdnîgariya kevnar a Êzdiyatiyê û nîşanên wê yên pîroz bi zelalî di dilê Xaltaniyê (Hekarî, Serhed û Wanê) de ne. Di vê xebatê de, li ser daxwaz û hevkariya min a bi birayê min ê hêja Wasfî Ak re (ku di berhema xwe ya bi ISBN: 978-625-8255-40-9 de bi berfirehî nivîsiye), em teqez dikin ku di dewsa peyva berê de divê em navê resen 'Xana Ezda' bikar bînin.
1. Cûdahiya Sê Navendên Pîroz di Çavdêriya Min de
Di nav gel û akademîsyenan de sê cihên pîroz bi hev re hatine tevlihevkirin. Bi şahidî û lêkolînên min ên zevî (saha), ev her sê navend ji hev cuda ne:
• Xana Êzî ya Lalişê: Avahiya pîroz a di nav kompleksa Perestgeha Lalişa Nûranî de ye (nêzîkî kaniya pîroz).
• Xana Ezda (Hekarî / Colemêrg): Di nav erdnîgariya Xaltaniyê de di Herêma Hekariya Jorîn ('Xana sê gundan') e ku gorên heft Pîran, şûnwarên serdema Eyûbiyan û Mîrnişîna Hekariyan dihewîne (min bixwe di meha dehan / Cotmeha 2026an de li serdan û lêkolînên xwe yên Tûxûb û Xana Ezda ev rastî şopandin).
• Geliyê Xana Ezda (Tûxûb - Colemêrg/Wan): Geliyê pîroz ê ku Ziyaretgeh û Gora fîzikî û resen a Pîr Mend û Pîr Sam di nav de ye. Mîmariya kevrîn di nav darên gûzê de û Dergehê darî ê kevnar ê bi nîşanên Roj, Hîv û Stêrkan (ku piştî koçberiyê çûye Muzeya Wanê) teqez vê herêmê destnîşan dikin.
2. Delîlên Erdnîgarî yên Qandahara Muradiyê (Lêkolîna Fêrgîn Melîk Aykoç)
Lêkolîner û mamosteyê xelkê herêmê Fêrgîn Melîk Aykoç di xebata xwe ya bi navê 'Kandahara rast û pîroz herêmeke Muradiye / Wan ye' (Amîda Kurd) de ramanên akademîk ên li ser Efxanistanê çendîn bi delîlan pûç dike. Bajarê Muradiyê (Bergirî) ji dema kevnar ve ji du herêman pêk dihat: Beşa Bakur hetanî Tendûrekê ku jê re Bergirî dihat gotin, û beşa Başûr/Başûrê Rojhilat (hetanî Çaldıran û Kêrga/Özalp) ku ji kevin de navê wê KANDAHAR bû.
Di nav vê Qandahara pîroz a Muradiyê de ev şûnwarên sereke yên Zerdeştî û Êzdiyatiyê hene:
1. Keleha Kordzotê (Kurdzewtê) û Bajarê Arsunî: Yê ku ji aliyê serwerê Ûrartuyê Menuwa (kurê Îşpûînî) ve hatiye avakirin. Tirîjên rojê yên sibeh û êvarê berê li bircên vê kelehê dixin.
2. Nivîsta Qerexanê a Menuwa: Ku dibêje wî li ber Keleha Kordzotê bajarê Arsunî bi perestgeh û du dergehên pîroz ava kiriye.
3. Ziyareta Dayîka Xezalê (gundê Şêx Romî/Yücelen): Cihwarekî pîroz ê ji serdema Xaldi/Ûrartuyan heta îro.
4. Avşara Êzdî (gundê Muçê/Kemerköprü): Kaskada pîroz a ku bav û kalên me ji bo paqijbûna ji gunehan xwe di bin de dişuştin.
5. Çiyayê Êzdî: Çiyayê pîroz ku gel di Newroz û Çarşemiya Sor de derdikeve ser berpalên wî û duayan dike.
3. Şahidî û Piştgiriya Ilmdar Pîr Xelat (ISBN: 978-625-7085-75-5)
Di pirtûka min a bi navê 'Êzdiyatiyê ji ilimdar û zanan nasbikin' (2023, ISBN: 978-625-7085-75-5, rûp. 52-61) de, di gengeşeya min a ligel Pîr Xelat (micêwrê ziyaretgeha Memê Şivan, mamoste û ilmdarê Êzdiyatiyê) de ev rastî xurttir dibe. Dema min rastiya erdnîgariya Wan û Hekariyê rojanî kir, Pîr Xelat bi xwe got:
»Li rex me û li ba Lalişê, eva te gotî, me bi heqîqet malûmat li ser nîne û ew rexa we ye. Û ber aqil e ku Qendehar li nik we bit, ew dirûst e... Ji bo wextê dibêjin Qendehar, gelek ji xelqê me yê vêderê hesib dikin ku Qendehara me ew e ya bi Pakistanê va. Bes divê îhtimal e ew e ya li nik we!«
Her wiha Pîr Xelat destnîşan kir ku di gundê Cerahiyê de (5 km rojavayê Lalişê) nîşan, mezar, koçik, dîwan û quba tiwafa Pîr Mend hene ku her sal di meha pêncan de tiwafa wî tê kirin.
4. Rexneya Min a li ser Akademîsyenan û Bîra Devkî ya Ilimdaran
SÊ XALÊN MÎSAYÎ Û REXNEYÎ YÊN KEMAL TOLAN:
1. Neynikkirina Akademîsyenan: Akademîsyenên mîna Philip G. Kreyenbroek û Dr. Khanna Omarkhali ev agahî û şaşîtî ji ber xwe ve neafirandine; wan tenê tiştê ku ji devê ilimdar û qewilbêjên Êzdiyan bihîstine veguhastine ser kaxezê û neynik kirine.
2. Tevliheviya di Bîra Devkî de: Ilimdar û qewilbêjên Êzdiyan bixwe jî, ji ber koçberiyên dîrokî, fermanan û dûrkewtina ji erdnîgariya resen di nav sedsalan de, navê 'Qandahar' birine erdnîgariyeke dûr a mîna Efxanistan an Hindistanê. Ew bixwe jî nêrîna min a ku dibêjim 'Qandehar di nav herêma Wan û Hekariyê de ye' napejirînin!
3. Nûvekişandina Rastiya Zevî: Ji ber vê yekê, xebat û berxwedana min ne tenê rexneyeke li ser akademîsyenên biyanî ye, belkî hewldaneke kûr e ji bo rastkirina xelekeke şaş ku di bîra devkî ya ilimdar û qewilbêjan bixwe de jî cîh girtiye — da ku rastiya fîzikî û erdnîgarî (Muradiye/Bergirî, Eşîra Mendikî/Êla Zuqiriya, Sebeqên Qewlê Mehendê, û Geliyê Tûxûbê) ji nû ve di bîra gelê me de rûnê.
5. Encam û Têkoşîna Ji bo Dîroka Zindî
Ez her gav dibêjim: Êzdiyatî û çanda Xaltaniyê beriya prof. dr. û dereceyan wan ên maseyê hebû! Bîra zindî ya li ser zevî û delîlên konkret ên Hekarî û Wanê ji hemû teftîşên ser maseyê bihêztir in. Ev belge û lêkolîn ji bo nifşên nû tespîteke rast û ronîker e.
»Ev ked û emeka hevgirtî ji bo nifşê pêşerojê ye da ku ol, çand û neteweya xwe nas bikin. Nifşê pêşerojê dê bi xwe biryarê bide û bi serbilindî bibêje: Êzdiyan Kurdistan parastiye, em Êzdî û Kurd in!«
Bîbliyografya û Çavkanî
1. Tolan, Kemal (2023): Êzdiyatiyê ji ilimdar û zanan nasbikin, ISBN: 978-625-7085-75-5, rûp. 52-61. (Hevpeyvîn û gengeşeya ligel Pîr Xelat ser rastiya Qandahara Wanê, gora Tûxûbê û Quba Cerahiyê). |


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin