Rapora NY: Dibe ku êrîşên Tirkiyê bikevin nav sûcên şer

Rapora NY: Dibe ku êrîşên Tirkiyê bikevin nav sûcên şer

.

A+A-

Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bo Karûbarên Sûriyeyê îro 11ê Adarê raporek eşkere kir ku dê ew rapor 18ê Adarê pêşkêşî Encumena Mafên Mirovan a NY bê kirin.

Di rapora NY de hate diyarkirin, êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û deverên jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dibe ku ew êrîş di çarçoveya sûcên şer de bên nirxandin.

‘Kuştina sivîlan di êrîşên dronan de tawana şer e’

Di raporê de hatiye diyarkirin, artêşa Tirkiyê li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî stasyonên enerjiyê êrîş pêk anîn û ji ber wê jî heta çend hefteyan mîlyonek welatî ji av û elektrîkê mehrûm man. Ev jî binpêkirina yasayên mirovî yên navneteweyî ye. Bi êrîşên balafirên bêmirov jî gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da ku ev jî dibe bikeve nav çarçoveya sûcên şer.

Banga zarokên DAIŞê hate kirin

Herwiha di raporê de behsa paşguhkirina dosyeya zarokên DAIŞê ji aliyê civata navneteweyî ve hatiye kirin.

Endama komîteyê Lynn Welchman da zanîn: "Cîhan dixwaze vê yekê jibîr bike. Lê ev 5 sal in DAIŞ li Baxoza Sûriyeyê têk çûye. Hîn jî nêzî 30 hezar zarok di girtîgeh û navendên perwerdekirinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girtî ne. Ew zarok dema kontrola herêmê ji hêla DAIŞ'ê ve bûne qurbanî."

Lynn Welchman got: "Em bang li her dewletekê dikin ku rê bidin zarokên xwe, zarokên Sûriyê yên li kampan dimînin vegerin welatên xwe û ji bo ji nû ve bicihkirina wan di nav civakê de tedbîr bên girtin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin