Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin

Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin

.

A+A-

Baroya Amedê, di nav 11 salan de di encama li wan dana maşîneyên zirxî, teqînên mayîn û bermayiyên şer de 67 zarok jiyana xwe ji daye û ji van zarokan 66 jê li bajarên herêmê jiyane. 

Baroya Amedê, rapora xwe ya ku derbarê "binpêkirinên mafên zarokan ên ji ber li wan dana maşîneyên zirxî, teqînên mayîn û bermayiyên şer" de amade kiribû, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, endamê Komîsyona Mafê Zarokan a Baroyê û endamên Weqfa Maê Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) tevlî civînê bûn. 

PIŞTÎ 2015'AN BINPÊKIRIN ZÊDE BÛNE

Beriya aşkerakirina daneyên raporê Nahît Eren axaftineke kurt kir û ev tişt got: "Ji ber polîtîkayên ewlehiyên yên li welat tên birêvebirin bi taybetî li bajarên herêmê mafê gelek zarokan tên binpêkirin. Rapor salên di navbera salên 2011 û 2022'yan dihewîne nav xwe. Bi taybetî piştî sala 2015'an ku Pêvajoya Çarseriyê bi dawî bûye binpêkirin gelek zêde bûne. Binpêkirin herî zêde li bajarên herêmê pêk hatine. Mirinên ku maşîneyên zirxî dibin sedema wan tenê li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilat pêk tên."

HEMÛ MIRIN LI BAJARÊN HERÊMÊ PÊK HATINE

Piştî axaftina Eren ji Komîsyona Zarokan Ozlem Ender û Şoreş Denîz Tûgrûl daneyên raporê ku amade kiribûn aşkera kirin. Li gorî raporê, di encama li wan dane maşîneyên zirxî de li bajarên herêmê di nav 11 salan de 21 zarokan jiyana xwe ji dest daye û 27 jê jî birîndar bûne. Li herêma Marmarayê tenê zarokek jiyana xwe ji dest daye. 

DI NAVBERA SALÊN 2018-20222'YAN DE HERÎ ZÊDE MAFÊN ZAROKAN HATINE BINPÊKIRIN

Di raporê de hatiye diyarkirin ku binpêkirinên mafên zarokan piştî sala 2015'an ku Pêvajoya Çarseriyê bi dawî bûye zêde bûne û herî zêde jî di navbera salên 2016-2018'an de pêk hatine. 

Li gorî raporê di encama teqînên mayîn û bermayiyên şer de li bajarên herêmê45 zarokan jiyana xwe ji dest daye û 126 zarok jî birîndar bûne. Li herêmên Ege û Akdenîzê jî bi giştî 9 zarok birîndar bûne. 

SEDEM POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ YE

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku binpêkirinên mafên zarokan ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê pêk tên. 

Di dawiya raporê de jî bi çend xalan ji bo çareserkirina binpêkirinên mafên zarokan pêşniyar hatine kirin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin