Rapora Azadiya Ramanê ya Cîhanê: Tirkiye di krîzê de ye

Rapora Azadiya Ramanê ya Cîhanê: Tirkiye di krîzê de ye

.

A+A-

Li gor raporta Azadiya Ramanê ya Cîhanê ya 2022an Tirkiye di nav 161 welatan de bi giştî ji 100 xalan 7 xal bidestxistine û ketiye rêza 141ê û wek welatê azadiya ramanê “di krîzê de ye” tê hejmartin.

Article19 raporta Azadiya Ramanê ya Cîhanê ya 2022ê belav kir.

Di raportê de 161 welat li ser 25 xalên cûda hatine nirxandin. Di nav van xalan de yên sereke cezayên bo azadiya ramanê di civakê û medya civakî de, cezayê beşdarbûyîna xwepêşandanan ên li ser cadeyan, girtina serkirdeyên siyasî, bê tirs çalakî kirin û rûbirûbûna ceza ne.

Li gorî xalan, puandayîna welatan wiha ye:

Welatên ku di navbera 80-100 puanê de ne “Azad”, welatên xwedî 60-79 puanê “heta cihekî sînordar”, welatên di navbera 40-59 puanê de “sînordar”, welatên di navbera 20-39 puanê de “Zêde sînordar”, welatên ku xalên wan di navbera 0-19an de ye jî wek welatên “di krîzê de” hatine rêzkirin.

Tirkiye di nav 161 welatan de bidestxistina heft xalan ketiya rêza 141ê û di nav wan welatên ku azadiya ramanê di krîzê de ye cih girtiye. Tirkiye di heman mijarê de li gor salên borî sê xalên din wenda kiriye û di 10 salên dawî de 24 xal paş ketiye.

Tirkiye îsal bi 7 xalan ligel welatên wek Misir, Iran, Myanmar û Burundî di heman rêzbendiyê de ye û kêmek li ser Yemenê ye ku pênc xalên wê hene.

Herwiha Tirkiye di rêzbendiyê de ketiya paş welatên wek Rûsya, Iraq, Bangladeş, Pakistan, Zîmbaboy, Sûdan û Efxanistanê.

Li gor raportê Azadiya Ramanê bi giştî li cîhanê hatiye bisînorkirin. Tenê ji %15 nifûsa cîhanê wate ji 7 kesan yek kes dikare nêrînên xwe bi awayekî azad bîne ziman.

Raportê amaje bi wê yekê daye ku di azadiya ramanê ya ji %80 nifûsa cîhanê kêmî ya 10 salên borî ye.

Ew welatên ku di asta jor de azadiya ramanê lê heye bi 95 puanan Brîtanya, Danîmarka û Swîsre ye, di rêza duyem de jî bi puana 94an Norwêce, bi 93 puanan Estonya û Finlandiya, bi 92 puanan Irlanda û Portugale, bi 91 puanan jî Belçika û Lîtwanya ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin