RAPIRSÎ - Li Tirkiyeyê ne bawerî bi dadê maye ne jî hêvî ji aboriyê

RAPIRSÎ - Li Tirkiyeyê ne bawerî bi dadê maye ne jî hêvî ji aboriyê

.

A+A-

Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînê ya ASALê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 72yê welatiyan ji sîstema dadê bawer nakin û bendewariya ji bo aboriyê jî neyînî ye.

Kompanyaya Lêkolînê ya ASALê rapirsiya xwe di navbera 12 û 18ê Îlonê de li 26 parêzgehan bi rêya telefonê bi 2 hezar kesan re pêk anî û encamên wê ji raya giştî re eşkere kirin.

Li gorî encaman, ji sedî 72yê beşdaran gotiye ku baweriya wan bi sîstema dadê nîne û ji sedî 64,7ê beşdaran jî diyar kiriye ku ew li bendê ne rewşa aboriyê xirabtir bibe.

Encamên rapirsiyê wiha ne:

Hûn ji sîstema dadê ya Tirkiyeyê bawer dikin?

Na: Ji sedî 72

Belê: Ji sedî 20,3

Naxwazim bibêjim: Ji sedî 7,7

Di nav 6 mehên bê de li gorî we dê rewşa aboriya Tirkiyeyê baş bibe an xirabtir?

Dê xirabtir bibe: Ji sedî 64,7

Dê baş bibe: Ji sedî 13,2

Dê neguhere: Ji sedî 16,1

Nizanim: Ji sedî 6

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin