Ramî Ebdulrehman: Hejmara kuştiyan li Siweydayê gihişt 1265 kesî

Ramî Ebdulrehman: Hejmara kuştiyan li Siweydayê gihişt 1265 kesî

.

A+A-

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) bilançoya dawî ya şer û pevçûnên li parêzgeha Siweydayê ya li başûrê Sûriyeyê eşkere kir û ragihand, hejmara kuştiyan ji destpêka aloziyan ve gihiştiye 1265 kesan. Herwiha hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê de jî 15 endamên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê hatine kuştin.

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman îro 21ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24 ragihand, hejmara kuştiyên tundûtûjiyên li Siweydayê her ku diçe zêde dibe.

Li gorî Ebdulrehman, ji destpêka şer ve 609 kesên Durzî hatine kuştin, ku 194 ji wan welatiyên sivîl bûn û ji aliyê hêzên ser bi Wezaretên Navxwe û Berevaniyê yên Sûriyeyê ve hatine kuştin. Di nav sivîlên Durzî de, 6 zarok û 16 jin hene.

Ji aliyê din ve, 440 endamên Wezareta Berevaniyê û Dezgeha Ewlehiya Giştî hatine kuştin, ku 32 kes ji wan Bedo bûn û yek jî xwedî nasnameya Libnanî bû. Ji bilî vê, 35 endamên eşîran jî hatine kuştin, ku 3 kes ji wan sivîl bûn û ji aliyê Durziyan ve hatine bidarvekirin. Herwiha, di encama êrîşên Îsraîlê de 15 endamên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê hatine kuştin.

Şer di 13ê Tîrmeha 2025an de di navbera hêzên Durzî û eşîrên Bedo de li parêzgeha Siweydayê derketibû.

Parêzgeha Siweydayê wek navenda herî mezin a pêkhateya Durziyan li Sûriyeyê tê naskirin û hejmara wan nêzîkî 700 hezar kes e.

K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin