Ramî Ebdulrehman: Ehmed Şer piştî Elewî û Durziyan, dest bi komkujiya Kurdan kir

Ramî Ebdulrehman: Ehmed Şer piştî Elewî û Durziyan, dest bi komkujiya Kurdan kir

.

A+A-

 Birêvebirê Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdulrehman, Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra wekî berpirsiyarê şer û pevçûnên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bi nav kir.

Ramî Ebdulrehman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got," Murhef Ebû Qesra beriya çend rojan biryar dabû û me jî belav kiribû ku biryara serkirdayetiya Sûriyeyê heye ku li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk û li dijî Kurdan aloziyê derxînin.

Wisa dixuye ku Murhef Ebû Qesra bi kuştina Elewiyan a li peravên Sûriyeyê û kuştina Durziyan a li başûrê Sûriyeyê têr nebûye.

Niha bawer dike ku wî dest bi komkujiyeke nû li dijî Kurdan kiriye û tiştê ku di Kanûna Pêşîn a sala borî de piştî rûxandina rejîma Beşar Esed gotibû cîbicî dike."

Birêvebirê SOHRê di berdewamiya axaftina xwe jî de got, "Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û Serokkomarê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şer rasterast berpirsiyarên kuştinên niha yên Şêx Meqsûdê ne.

Niyeta wan ew bû ku li Dêr Hafirê aloziyê derxînin, wisa dixuye ku ew bi ser neketin.

Lewma biryar da ku li Şêx Meqsûdê aloziyê derxînin û ev êrişeke gelekî birêxistinkirî ye ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve tê birêvebirin.

Tiştek bi navê êrişa takekesî nîne, belkî her tiştê ku niha li Şêx Meqsûdê diqewime, dema ku Ehmed Şer piştî vegera xwe ya ji New Yorkê beriya çend rojan bi fermandarên leşkerî yên li Helebê re civiya hatibû plankirin."

Li gorî gotina Ramî Ebdulrehman armanca tiştê ku niha li Şêx Meqsûdê diqewime, hedefgirtina Kurdan e.

Wî tekez kir ku şer li ser Kurdan e, ne li ser HSDyê ye, çawa ku şerê li peravê li ser Elewiyan bû, ne li ser bermayiyên rejîmê bû û li Siwêdayê li ser Durziyan bû ne li ser Hecerî bû.

Ramî Ebdulrehman di berdewamiyê jî de got, "Em dizanin ku hilbijartin li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê nehatin kirin û dê li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de jî neyên kirin, her wiha li parêzgeha Siwêdayê jî hilbijartin nehatin kirin.”

Birêvebirê SOHRê tekez kir ku welatên rojavayî Ehmed Şer hişyar kirine.

Li gorî Ramî Ebdulrehman, her komkujiya nû dê bandorê li paşeroja Ehmed Şer bike û piştî komkujiyên Elewî û Durziyan komkujiyeke nû li dijî Kurdan bike û civaka navneteweyî nelive, wê demê civaka navneteweyî û Erebî dê bibin şirîkên kuştina zarokên gelê Sûriyeyê li ser destê hikûmeta Ehmed Şer."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin