Ramî Ebdirehman: Kurd li Rojavayê Kurdistanê rûbirûyî jenosîdê dibin

Ramî Ebdirehman: Kurd li Rojavayê Kurdistanê rûbirûyî jenosîdê dibin

.

A+A-

Birêvebirê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman hişyariyeka tund li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê da û ragihand: Êrîşên niha ne tenê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ne, belkî merem jê qirkirina etnîkî ya gelê Kurd e.

Navbirî di daxuyaniyeka taybet de ji bo Kurdistan24ê bang li Serok Mesûd Barzanî kir ku, rêyê nede ku Kurd li wê parçeya Kurdistanê dîsa bên qirkirin û hêzên Pêşmerge bişîne Rojavayê Kurdistanê da ku berevaniyê ji ax û gelê Kurdistanê bikin.

Birêvebirê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan amaje jî da ku, aliyên êrîşker pirsgirêkên bingehîn bi hebûna gelê Kurd re hene û dixwazin wê hêza ku kariye efsaneya DAIŞê têk bibe ji holê rakin.

Li gorî gotina Ramî Ebdirehman, yek ji armancên sereke yên van êrîşan rizgarkirina girtiyên DAIŞê ye, wekî ku li Reqayê diqewime. Tekez jî kir ku, çavê êrîşkeran niha li ser Kobaniyê ye û plan dikin ku li dijî Kurdên wî bajarî komkujiyan bikin

Ramî Ebdirehman bal kişand ser pêkhateya Artêşa Sûriyeyê û ragihand ku, 18 hezar çekdar, ku di nav de çekdarên gelek welatên biyanî jî hene, li dijî Kurdan şer dikin. Navbirî amaje jî da ku, delîlên vîdyoyî yên temam hene ku wan tawanên mezin îspat dikin ên ku Artêşa Sûriyeyê li dijî welatiyên Kurd dike, ku bi bawera wan di çarçoveya jenosîdê de ne.

Birêvebirê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan di pareka din a daxuyaniya xwe de bi tundî rexne li Serokê Sûriyeyê yê Demkî Ehmed Şara kir û got: Ji bilî kuştin û birînê, wî tu destkeftiyeka din nebûye.

Ramî Ebdirehman tekez jî kir ku, hikûmeta Sûriyeyê ya niha tenê dixwaze ku desthilatdariya reha di destê wê de be û tu pêkhateyên din mîna Kurdan desthilatdarî nebe, ji ber vê yekê jî wan ji bo sepandina daxwazên xwe penaya xwe biriye ber kuştin û wêrankirinê.

Ev haydariyên Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan di demekê de ne ku, aloziyên leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê gihîştine asta herî bilind û xetereka cidî li ser çarenivîsa bi mîlyonan welatiyên Kurd li deverên cuda cuda yên Rojavayê Kurdistanê çê bûye, ku rûbirûyî êrîşên çekdarî yên cuda cuda û milîsên biyanî bûne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin