Rahmî Koç lêborîn xwest: Dest bi lêpirsînê hat kirin

Rahmî Koç lêborîn xwest: Dest bi lêpirsînê hat kirin

.

A+A-

Li ser karsaz Rahmî Koçê di vekirina Nexweşxaneya Amerîkayê ya li Îzmîrê de heqaret li jinên Kurd kiribû dest bi lêpirsînê hat kirin.

Rahmî Koç bi rêya hesabê Xê yê Koç Holdingê daxwaza lêborînê kir.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber îfadeyên karsazekî yên li beramberî jinan û welatiyên xwedî nasnameyeke etnîkî ya diyar, Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê dest bi lêpirsînê kiriye.

Wezîrê Dadê destnîşan kir ku daraz ji bo her kesî wekhev e û got:

"Terezûya dadê li gorî serwet, unwan yan jî statuya kesî nakêşe; daraz her tim rûmeta mirov û hiqûqê diparêze."

"Gotinên wî nayên qebûlkirin"

Akin Gurlek li ser gotinên Rahmî Koç got:

"Gotinên ku rûmeta jinan diêşînin û bi hestyariyên me yên civakî re li hev nakin, kî dibêje bila bibêje, ti carî nayên qebûlkirin.

Bilêvkirina van gotinan a di bin navê henek an jî pêkenînê de vê sivikatiya li beramberî jinan û beşeke civakê sivik nake.

Em dê li dijî her nêzîkatiya cihêkar a li beramberî rûmeta jinên me û welatiyên me bi biryardarî rawestin."

Rahmî Koç çi gotibû?

Karsaz Rahmî Koç di vekirina nexweşxaneyê de “pêkenok” li ser jinên Kurd kiribû ku bûbû sedema bertekan.

Rahmî Koç gotibû:

“Bijîşk guh daye derdê jina Kurd.

Dema gotiye ‘Xanimê biçe pişt perdeyê xwe rût bike’, jinikê gotiye ‘Bijîşk Beg, berê tu xwe rût bike’.”

Piştî ku ev gotin li ser medyaya civakî belav bûn, gelek kesan bertek nîşanî Rahmî Koç da.

Rahmî Koç lêborîn xwest

Koç ji ber gotinên xwe yên ku bûn sedema rexneyan lêborîn xwest.

Koç Holdingê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniya wî parve kir.

Rahmî Koç di daxuyaniya xwe de got:

"Ez ji bo gotinên xwe yên ku ne niyeta min bû nasnameyekê bikim armanc, ji dil lêborînê dixwazim.

Ez dixwazim xemgîniya xwe jidil parve bikim."

Koç eşkere kir ku ew ji ber wê dilgiraniya ku di nav raya giştî de çêbûye xemgîn e.

Rahmî Koç karsazekî navdar ê Tirkiyeyê ye û Serokê Rûmetê yê Koç Holdingê ye.

Gotinên wî di demeke kurt de di rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de cih girtin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin