
Ragihandinek ji aliyê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ve
I
Encûmena Asayîşê ya Herêma Kurdistanê senaryoya têkbirina Zeviya Kormorê ya Gazê û kişandina milîsan ji bo Kurdistanê eşkere kir.
Dezgehên Asayîşê yên Herêma Kurdistanê di pûçkirina planeka piralî û xeternak de serkeftineka mezin tomar kir, ku armanca wê felckirina sektora enerjiyê û çêkirina çemên xwînê li ser cadeyên Herêma Kurdistanê bû.
Encûmena Asayîşê ya Herêma Kurdistanê hûrguliyên toreka têkder eşkere kirin ku ji hêla destên biyanî û navxweyî ve hatiye livandin, da ku rêyê li ber hatina milîsan ji bo hundir veke.
Li gorî encamên vekolanên baş ên Encûmena Asayîşê ya Herêma Kurdistanê, ew aloziyên dawiyê yên gundê Lacanê yê girêdayî qezaya Xebatê bûyereka asayî nebû, belkî destpêka bicihanîna planeka pêşwext bû.
Li gorî ragihandina Encûmena Asayîşê ya Herêma Kurdistanê ku îro (Pêncşem, 4ê Berçileya 2025ê) hatiye parvekirin, dezgehên ewlehiyê gihîştine wê encamê ku destekê tevlihev ji aliyên navxweyî û derveyî hejmareka êrîşan bi cih anîne, ku ya herî berçav êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê ji bo qutkirina elektrîka Herêma Kurdistanê bû, piştre êrîşên li ser parzinîngehên petrolê û westgehên elektrîkê û kiryarên teqînê li herdu parêzgehên Hewlêr û Dihokê bûn.
Wekî ku vekolanan eşkere kiriye, pareka din a wê planê şerekê derûnî û medyayî bû, ew plan ew bû ku bi rêya medyaya aliyekê opozîsyonê û medyayên biyanî xelkî teşwîq bikin ku xwepêşandan û tundûtûjiyê bikin, di dû re jî ji hundirê xwepêşandanan teqe bê kirin da ku hêzên ewlehiyê neçarî bersivdanê bibin û xelkî bikujin. Armanca dawiyê ya vê senaryoya xwînî ew bû ku, kuştina sivîlan wekî hincet û bangeşe bê bikaranîn da ku daxwaza desttêwerdanê ji komên milîs bê kirin ku êrîşî Herêma Kurdistanê bikin.
Encûmena Asayîşê herwesa ragihand ku, ew pêşwext haydarî hûrguliyên wê planê pêşwext û karibû di wextê xwe de rêyê lê bigirin. Di wê operasyonê de, hejmareka têkderan ku ferman ji aliyên derve û milîsên wergirtine hatin girtin û itîraf kir ku armanca wan têkdana tenahiya Herêma Kurdistanê bû. Niha jî ew ji bo dadgehê hatine şandin.
Girîngiya têkbirina vê planê di wê yekê de ye ku, bi haydariyên Amerîkayê û Hevpeymanan ji bo livînên aliyên xirabkar li deverê re hevdem e.
Nêzî saet 23:30 ê roja Çarşemê (26ê Mijdara 2025ê) bi rêya dronan êrîşî ser Zeviya Gazê ya Kormorê li qezaya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin, ku bû sedema rawestandina berhemanîna gazê li wê zeviyê û hinardekirina gazê ji bo hemî westgehên elektrîkê.
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin