
Qubad Talebanî li ser şerê li Lalezarê axivî
.
Qubad Talebanî derbarê şerê li Lalezarê peymake belav kir û got, "Sûcdar dê cezayê xwe yê yasayî bistînin."
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di peyameke xwe de xemgîniya xwe ya ji ber kuştina 3 endamên hêzên ewlehiyê Sermend Elî, Diyar Serdar Hekîm û Arî Şêx Suad Talebanî anî ziman û got:
"Wan di dema bicihanîna erka sepandina yasa û parastina asayîşê de canê xwe bexşand."
"Em her aliyî piştrast dikin”
Wî di beşeke din a peyama xwe de sersaxî ji malbat û kes û karên her sê endamên kuştî yên hêzên ewlehiyê re xwest û hêviya başbûnê ji birîndaran re anî ziman û biland:
"Em her aliyî piştrast dikin ku em nahêlin xwîna şehîdên sepandina yasayê li ber avê here û sûcdar dê bi cezayê xwe yê yasayî bigihin."
Îro destê sibehê li mal û baregeha sereke ya Eniya Gel a li nêzîkî Otel Lalezarê ya li bajarê Silêmaniyê di navbera hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hêzên Eniya Gel de şer û pevçûnên dijwar qewimîn.
Paşê Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî û du birayên wî yên bi navê Polad û Aso Şêx Cengî hatin desteserkirin û operasyon qediya.
Li gel wan, ji xizmên nêzîk û parêzvanan wan bi dehan kesên din hatin desteserkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin