Qubad Talebanî li Bexdayê ye: Nabe budce bibe qurbana nakokiyên siyasî

Qubad Talebanî li Bexdayê ye: Nabe budce bibe qurbana nakokiyên siyasî

.

A+A-

 Endamê Komîteya Navendî ya YNKyê Qubad Talebanî ragihand ku nabe budceya Herêma Kurdistanê bikeve nav çarçoveya nakokiyên siyasî.

Qubad Talebanî doh êvarî bi serokatiya şandeyeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) gihişt Bexdayê. Talebanî bi beşek ji serkirdeyên siyasî yên Îraqî re civiya.

Yekem rawestgeha serdana Qubad Talebanî, ziyareta Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Fayiq Zêdan bû.

Ofîsa Ragihandinê ya Qubad Talebanî daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan hêvî xwestiye ku hikûmeteke nû li gorî encamên hilbijartinê were pêkanîn.

Her wiha xwestiye ku hikûmet di asta çaverêkirin û razîbûna hemû pêkhateyên Îraqê de be.

Li gorî daxuyaniyê, "Behsa hilbijartinên Parlamentoya Îraqê hat kirin. Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku pêkanîna serkeftî ya hilbijartinan destkefteke girîng a demokrasiyê ye ji bo hemû gelê Îraqê."

 

undefined

 

undefined

"Pirsgirêk bi vegera li destûrê çareser dibin"

Ofîsa Qubad Talebanî derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de di wê baweriyê de ye ku beşeke mezin a pirsgirêkên Îraqê bi vegera li destûrê têne çareserkirin.

Ofîsa Qubad Talebanî got, "YNK pêdagir e li ser wê yekê ku divê di pêşîneya karên her du hikûmetên bê yên Hewlêr û Bexdayê de çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de be.

Bi taybetî jî divê pirsgirêka budceyê were çareserkirin. Nabe êdî bi ti awayî budce wekî mafekî destûrî yê xelkê Kurdistanê, bikeve nav çarçoveya nakokî û milmilaneyên siyasî."

Qubad Talebanî piştî Fayiq Zêdan, çû ofîsa Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedrê Hadî Amirî.

Li gorî Ofîsa Ragihandinê ya Amirî di civînê de her du aliyan behsa kûrahiya pêwendiyên stratejîk û dîrokî yên di navbera Rêxistina Bedr û YNKyê hat kirin.

Ofîs amaje bi wê yekê dike ku di civînê de teqezî li ser wê yekê hatiye kirin ku hêza Îraqa yekgirtî, hêz e ji bo hemûyan.

'YNK Bexdayê wekî kûrahiya stratejîk  dibîne'

Qubad Talebanî bi Emîndarê Giştî yê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys Xezelî re civiya.

Talebanî ragihand, YNK Bexdayê wekî kûrahiya stratejîk dibîne û divê pirsgirêk li gorî destûrê werin çareserkirin.

Qubad Talebanî dîtin û bernameya YNKyê ya ji bo paşeroja Îraqê û pêwendiyên navbera Îraq û Herêma Kurdistanê rave kiriye.

Talebanî di hevdîtinê de got, "YNK Bexdayê wekî kûrahiya stratejîk dibîne. Em di wê baweriyê de ne ku divê hemû pirsgirêkên Îraqê di navxweya Îraqê de bên çareserkirin.

Di nav de pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hene.

Divê li gorî destûrê û li ser bingeha berçavgirtina berjewendiyên bilind ên hemû Îraqê bên çareserkirin."

Qubad Talebanî derbarê pêkanîna hikûmeta bê ya Îraqê de jî ragihand ku pêdiviya Îraqê bi hikûmeteke "bihêz û çalak heye.

Divê ew hikûmet karibe ji aliyekî ve serwerî û serxwebûna Îraqê biparêze û ji aliyê din ve ji bo bipêşxistina aboriya Îraqê gavên bingehîn bavêje.

Qubad Talebanî her wiha got: "Erkê hikûmeta bê ya Îraqê ye ku dûrî nakokiyên siyasî, para budce û mûçeyê Herêma Kurdistanê dabîn bike."

Qubad Talebanî: Nabe budce bibe mijara nakokî û milmilaneya siyasî

Şandeya YNKê ya ku Qubad Talebanî serokatiya wê dike bi Serokwezîrê Îraqê û Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Bipêşxistinê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Li gorî Ofîsa Ragihandinê ya Qubad Talebanî got, "Di civînê de her du aliyan birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê wekî destkefteke girîng a demokrasiyê ji bo hemû gelê Îraqê bi nav kir."

Ofîsa Qubad Talebanî di berdewamiyê de jî got, "YNK di wê baweriyê de ye ku hikûmeta bê divê ji aliyekî ve hewla cidî bide ji bo parastina serwerî û serxwebûna Îraqê.

Ji aliyê din ve zemîna guncav biafirîne ji bo bipêşxistina aboriya hemû navçeyên Îraqê.

YNK pêdagir e li ser wê yekê ku divê di pêşîneya karên her du hikûmetên bê yên Îraq û Herêma Kurdistanê de çareserkirina pirsgirêkên navbera wan be.

Bi taybetî jî pirsgirêka para budceya Herêma Kurdistanê. Ji ber ku budce wekî mafekî destûrî yê welatiyên Kurdistanê nabe bibe mijara nakokî û milmilaneya siyasî."

 

undefined

Malîkî û Talebanî: Divê hikûmeteke bihêz û çalak were pêkanîn

Şandeya YNKyê bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malîkî re civiya.

Li gorî medyaya fermî ya YNKyê, di civînê de behsa hewlên pêkanîna hikûmeta bê ya Îraqê hatiye kirin.

Her wiha her du alî hevfikir bûn li ser pêwîstiya lihevkirinê di navbera aliyên siyasî yên hemû pêkhateyên Îraqê de.

Armanc ew e ku hikûmeteke bihêz û çalak were pêkanîn ku cihê razîbûna hemû pêkhateyan be.

Medyaya YNKyê amaje bi wê yekê jî kiriye, Nûrî Malîkî rol û pêgeha Mam Celal bi bîr anî.

Malîkî got ku Mam Celal ji bo berjewendiya giştî nava mala Kurdan û hemû Îraqiyan rêk dixist.

Malîkî girîng dît ku di vê qonaxê de jî heman siyaseta Mam Celal were bicihkirin ji bo çêkirina lihevkirinê û pêkanîna hikûmeta bê."

Di civînê de Qubad Talebanî, amadeyiya YNKyê nîşan daye, "ji bo hemû cure alîkariyekê bi aliyên siyasî re. Ji bo ku di demeke herî zû de rêkeftineke tije û berfireh were kirin li ser çawaniya pêkanîna hikûmeta bê."

YNKyê di hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Îraqê de 18 standibûn.

Şîeyan di Çarçoveya Hevahengiyê de xwe wekî mezintirîn fraksyon ragihand.

Pênc aliyên sereke yên Suniyan jî Encumena Siyasî ya Niştimanî pêk anî. Li aliyê din fraksiyonên Kurdan heta niha ti hevpeymanî pêk neanîne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin