
Qeyûmê Wanê qira karkeran anî: “Sedem Kurdbûna me ye”
.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyûm li serê hatiye danîn, 223 karkerên Kurd ji kar derxistin.
Di heyama pêvajoya aştî û çareseriyê de, li Wanê jikarderxistina karkerên şaredariyê rastî bertek û nerazîbûnên mezin tê.
Karkerên ku ji kar hatine derxistin li Kolana Hunerê ya Wanê bi daxuyanî û çalakiya meşê birêvebiriya qeyûm a Şaredariya Wanê şermezar kir.
Qeyûm bi îdiaya ku 223 karker şertên kar bicih neanîne û qeydên wan ên arşîvê neyînî ye peymana wan a kar bidawî kir.
Lê karkerên ku ji kar hatine derxistin ji Rûdawê re axivîn û got ku qeyûm ji bo wan di heyama DEM Partiyê de dest bi kar kiriye û ji berk u ew Kurd in ew ji kar derxistine.
Piraniya karkerên ku ji kar hatine derxistin endamên Sendîkaya DÎSKê ne. Li ser navê karkeran Serokê Şaxa Sendîkaya DÎSKê ya Wanê Omer Tekîn daxuyani da.
Abdullah Zeydanê Hevşaredarê Wanê ku ji erka xwe hatiye dûrxistin ji Rûdawê re axivî û got, qeyûm pêvajoyê proveke dike, bila serokkomar Erdogan pêşî lê bigre.
“Bêyî hincetekê nişan bidin em ji kar avêtin”
Karkera ji kar hatiye derxistin Meşure Sumer got, “Ez beriya niha bi qasî 4 salan li şaredariyê xebitîbûm.
Lê dema qeyûm hat ez 8 salan bê kar mam. Dibêjin sicîla we xirab e. Lê niha jî bêyî hincetekê nişan bidin em ji kar avêtin.”
Karkerê ji kar hatiye derxistin Ramazan Oner jî got:
“Me hemû ewraq û dosyayên xwe bi fermî dane hundir. Lê piştî çend mehan radibin dibêjin nexêr qeyda we ya arşîvê xirab e.”
Ev 6 meh in ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di destê qeyûm de ye.
Birêvebirya qeyûm a Şaredariya Wanê, derbarê 699 karkerên ku di heyama DEM Partiyê de dest bi kar kirine lêpirsîna ewlehiyê û qeyda arşîvê da destpêkirin.
Qeyûm bi hincet û îdiaya ku 223 karker şertên kar bi cih neanîne û qeydên wan ên arşîvê neyînî ye peymana wan a kar bi dawî kir.
Di nav karkerên ku ji kar hatine derxistin de karkerên ku cara sêyemîn e ji aliyê qeyûm ve ji kar hatine derxistin jî hene.
Karker dema li ser karên xwe bûn bi rêya peyama telefonî yan bi lêgerîna telefonî hîn bûn ku ew ji kar hatine derxistin.
Karkerê ji kar hatiye derxistin Mehmet Selîm Ocek jî got:
“Sedem jî Kurdbûna me ye”
“Ez pêşî sala 2015an ketim karê şaredariyê. Lê pişt re dema qeyûm hat ez jî ji kar derxistim.
Min li şaredariyê şofêriya otobusa mor dikir. Ev 3 car in ku qeyûm min ji kar derdixe.
Sedem jî Kurdbûna me ye.”
Li gorî karkeran qeyûm bêyî hiqûqî bi kêfî û bi tolhildanî tevdigere.
Li gorî xelkê Wanê jikarderxistina karkeran li hemberî pêvajoya çareseriyê provokasyon e.
“Xwedê vê zilmê qebûl neke”
Devlet Çiftçiya hevjînê wê ji kar hatiye derxistin jî got:
“Hevjinê min ji kar hatiye derxistin. Xwedê vê zilmê qebûl neke. Ka aştî çêdibû. Li dewsa ku dewlet gavan biavêje diçin karkeran ji kar derdixin.”
Hevşaredarên Wanê ên DEM Partiyê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan ku ji erka xwe hatine dûrxistin jî beşdarî çalakiya karkeran bûn û piştgirî da karkeran.
“Qeyûm û serokbajarê AK Partiyê yê Wanê pêvajoyê proveke dikin”
Abdullah Zeydanê Hevşaredarê Wanê ku ji erka xwe hatiye dûrxistin jî got:
“Pêvajoyekê heye ku bi rê ve diçe. Lê mixabin qeyûm û serokbajarê AK Partiyê yê Wanê pêvajoyê proveke dikin.
Em vê derê hişyarî didin raya giştî, bi taybetî birêz Serokkomar û birêz Bahçelî, bila ew haydar bin, pêşî lê bigirin.”
223 karkerên ku ji kar hatine derxistin dê li pêşiya Şaredariya Wanê dest bi çalakiyê bikin.
Karkerên Kurd daxwaza vegera ser karên xwe û rakirina qeyûman dikin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin