
Qeyûmê Şaredariya Wanê 7 astengdar ji kar derxist
Astengdarên ku cara duyemîn e ji aliyê qeyûm ve tên mexdûr kirin, karên xwe dixwazin. Ji xebatkarên ku ji kar hatine derxistin jê 7 astengdar in.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, 223 xebatkar bi hinceta “Lêpirsîna ewlekariyê” ji kar derxist. Xebatkarên ku ji kar hatine derxistin, her roj çalakî li dar dixin û biryarê protesto dikin.
Xebatkarên ku ji kar hatin derxistin 7 jê astengdar in.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Veysel Yalçin û Ramazan Oner ên ku rapora wan a astengdariyê hene, li dijî biryarê bertekên xwe nîşan dan. Astengdarên ku cara duyemîn e ji aliyê qeyûm ji kar tên derxistin xwestin ku mexduriyeta wan bê çareserkirin.
Astengdar Yalçin: Ez karê xwe dixwazim
Veysel Yalçin, diyar kir ku ev 11 sal in li şaredariyê dixebite û got:
“Hevjîna min wefat kir ez li 5 zarokan dinêrim. Ez debara xwe bi mûçeya şaredariyê ve dikim. Ev cara duyemîn e ez ji aliyê qeyûm ve ji kar têm derxistin. Ez dema Bekîr Kaya katim kat, qeyûm cara berê jî ez ji kar derxistim. Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan min dîsa xistin kar. Piştî 6 mehan qeyûm careke din ez ji kar derxistim. Ez karê xwe dixwazim.”
Ez ji hêla psîkolojîk û hestyarî ve pir hincirîm
Ramazan Oner, diyar kir ku ji ber biryara qeyûm ew medxûr bûne û ev tişt anî ziman: “Ez bi awayeke hiqûqî ji kontejana astengdaran ketim kar. Rewşeke bêhiqûqî tune. Ji ber vê rewşê ez pir mexdûr bûm.”
Oner diyar kir ku karmendên şaredariyê bi destê qeyûm mexdûr dibin û got, “Ez ji hêla psîkolojîk û hestyarî ve pir hincirîm. Rewş niha xirab e û em dixwazin ku bila tavilê ev mexdûriyeta me bi dawî bibe.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin