Qedrî Cemîl: Mercên niha rê nadin Tirkiyê êrîşî Sûriyê bike

Qedrî Cemîl: Mercên niha rê nadin Tirkiyê êrîşî Sûriyê bike

.

A+A-

Mijara operasyona muhtemel a Tirkiyeyê li Sûrî  û Rojavayê Kurdistanê di rojeva Rûsyayê de ciyê xwe diparêze. Lewre, berpirsên navendên giring ên lêkolînên stratejîk ên Rûsyayê hê jî, encamên hevdîtina Lavrov û Çavuşoglû ya li Enqerê, her weha encamên kombûna di formata Astanê de, gengeşî dikin. Bê guman, hebûn an nebûna bazariya navbeyna Moskow û Enqerê jî li ser mêzê ye.

Serokê Beşa Siyaseta Cîhanê ya Zanîngeha Moskowê Andrey Sîdorov got "Moskow hêj beriya serdana Lavrov ragihandibû ku em operasyona Tirkiyeyê qebûl nakin. Bi ya min, me li Enqerê jî qebûl ne kir. Lewma jî, eger bazariyek hebûye jî, weke ku ez li gor encaman tê digihêûjim, li ser tiştekî li hev nekirine. Lê serokê wî welatî dikare her tiştî bike. Ji ber ku ew, mirovekî wisaye ku ne tenê li gor berjewendiyê welatê xwe, belkî zêdetir li gor hizir û têgihîştina xwe tev digere."

Berê, berdevkên Kremlîn û Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyaniyên dijî her tevgereke serbazî ya Tirkiyeyê li erdê Sûrî dabûn.

Serokê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî Viktor Nadein Rayevskiy dibêje "Xwesteka Tirkan heye ku Kurdan ji wir paqij bikin, û ew daxwaz hertimî ye. Ji xwe li gor daneyên ku min dîtîne, 300 hezar kes di bin guşara Tirkiyeyê êdî ji herêmên xwe derketine. Vê gavê jî rewş metirsîdare. Lê aliya Rûsya ti car rê nade ku erdekî Sûrî bê dagirkirin."

Serokê Platforma Moskow a opozîsyona Sûrî jî pir pê bawer e ku mijara têketina artêşa Tirkiyeyê li Bakûr û Rojavayê Sûrî ji PR û propogandaya pê ve tiştek din nîne.

Serokê Platforma Moskow a Opozîsyona Sûrî û Sekreterê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl "Min ev doz nexist beşdariya xwe ya konferansa rojnamevaniyê, tu dizanî çima? Ji ber ku ti êrîşeke Tirkiyê pêk nayê, tune ye! Mercên niha derfetê nadin. Hemû ev axaftin bê bingeh in, tenê aşekî vala digere."

Gelek alî amaje pê dikin ku Enqere, mafê xwe yê vetokirina endamtiya Fînlandiya û Swêdê di NATOyê de jî, kiriye mijara bazariya bi Moskowê re. Herçend nûnerê  Serokê Rûsyayê li Sûrî Aleksandr Lavrentyev bazariyeke weha red kiribe jî, hin çavdêr tekez dikin ku bazarî hê jî didome.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin