Qedexeya geştên esmanî yên Tirkiyê bo Silêmaniyê heta 3ê Tîrmehê berdewam dike

Qedexeya geştên esmanî yên Tirkiyê bo Silêmaniyê heta 3ê Tîrmehê berdewam dike

.

A+A-

Tirkiyê sê roj in, esmanê xwe li ber wan balafiran girtiye ku ji Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê radibin. Her wiha ti balafirek jî ji Tirkiyê danakeve wê firokexaneyê. Tirkiye dibêje wan ji ber zêdebûna liv û tevgera PKKê ya li Silêmaniyê ev bertek nîşan daye û wê heta 3ê Tîrmehê jî ev qedexe berdewam be.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand ku sedema rawestandina geştên esmanî bo Firokexaneya Silêmaniyê, tevgera PKKê ye û pêngavên din jî hene ku biavêjin.

Kalin êvara Çarşemê 5ê Nîsana 2023an di programeke taybet de ragihand ku bi salane di hevdîtinên xwe de ji ber tevgera PKKê li Silêmaniyê nîgeraniyên xwe dighînin berpirsên Hewlêr, Silêmaniyê û Bexdayê.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin anî ziman, “Me geştên esmanî bo Silêmaniyê rawestandin. Herwiha pêngavên ji vê zêdetir jî hene biavêjin. Li Silêmaniyê yan Kampa Mexmûr an her cihekî din, em nahêlin PKK hêlînê çêbike û bibe gef bo ser welatê me.”

Herwiha Berdevkê AKPê Omer Çelik di civîneke çapemeniyê de li ser biryara Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê Firokexaneya Silêmaniyê de got, “Li navçeya Silêmaniyê çalakiyên rêxistina terorîst zêde bûne. Ev ji bo asayîşa firînê metirsî ye, hevdem rewşeke wiha çêdike ku li ba me nayê qebûlkirin. Bi nerîna min ev biryar heta 3ê Tîrmehê berdewam dibe. Eger ew tevgera rêxistina terorîst bê çareserkirin, ew biryar di ber çav re tê derbaskirin. Ev biryar ji bo asayîşa firîn û wan kesên diçin Silêmaniyê ji neçarî hatiye dayîn.”

Turkish Airlines Duşema borî bi e-mailê Firokexaneya Silêmaniyê ji wê biryara Wezareta Derve ya welatê xwe agahdar kir. Herwiha pêşniyar kir, geştyarên Firokexaneya Silêmaniyê bi rêya Firokexaneya Hewlêr an Kerkûkê geştên xwe bikin.

Destpêkê hat ragihandin ku heta 11ê Nisanê kar bi wê biryarê tê kirin, lê Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku biryar heta 3ê Temûzê ye.

Li gor biryara Wezareta Derve ya Tirkiyê, hemû geştên çûn û hatinê bi ser esmanê Tirkiyê ve bo Firokexaneya Silêmaniyê hatine rawestandin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin