
Qaymeqamê Pişderê: Pêleke nû ya koça ciwanan dest pê kiriye
.
Li devera Raperînê pêleke nû ya koça ciwanan a ber bi Ewropayê ve dest pê kiriye.
Ji ber bêkarî û bêhêvîtiyê, rojane bi dehan ciwan herêmê bi cih dihêlin û rêyên qaçax û bi xeter didin ber xwe.
Berpirsekî hikûmetê û rêxistineke sivîl behsa "amarên şok" dikin û dibêjin, tişta ku rû dide "ne koç e, lê koçrew e.”
Ciwanekî 22 salî yê bi navê Danyal Selîm ku xelkê Qeladizê ye, yek ji wan kesan e ku ligel pênc hevalên xwe biryara koçkirinê daye û di çend rojên pêş de dê rêya "çûn bê veger" bide ber xwe.
Danyal Selîm ji Rûdawê re got, "Guneh e ku ez temenê xwe di rêya koçê de pûç bikim, an jî di Deryaya Egeyê de bixeniqim lê ez neçar im.
Ez xwendekarê qonaxa çaremîn a beşa kompîtuterê bûm li Qeladizê lê ji ber bêperebûnê min dev jê berda.
Ez jî wekî xelkê din serê xwe hildigirim û diçim; yan em dê bimirin, yan jî em dê bigihêjin cihê xwe."
Qeladizê wekî deriyekî nîv-fermî tê dîtin û xwedî herêmeke çandiniyê ya bi bereket e.
Deşta Bêtwên yek ji wan deştan e û bi sedan bax, kargehên mirîşkan û hewizên masîgirtinê lê hene lê dîsa jî ciwanên wê ji bêkariyê dinalin û rêya koçê hildibijêrin.
Di şevekê de 70 ciwanên Qeladizê koç kirine
Qaymeqamê Qezaya Pişderê Ebûbekir Bayiz derbarê koça ciwanan ji Rûdawê re got:
"Em texmîn dikin ku ji destpêka meha 7an a îsal ve, nêzîkî 100 kesî ji qezaya me koç kirine. Li gorî şopandina me û tişta ku em di medyayê de jî dibînin, ev rastiyeke ku nayê înkarkirin ku ciwan koç dikin.
Heger rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê baş nebe, bêguman dê xelk zêdetir koç bike."
Rêxistinên taybet bi pirsa ciwanan behsa "amarên şok" dikin.
Serokê Rêxistina Ciwanên Raperînê Ehmed Hesen ku li ser pirsên koç û bêkariyê dixebite got:
"Tişta ku niha heye ne koç e lê belê koçrew e. Tenê di şevekê de 70 ciwan ji Qeladizê û derdora wê koç kirine ku piraniya wan xort in û temenê wan di bin 18 saliyê de ye."
Qezaya Pîşderê ku navenda wê bajarê Qeladizê ye, li gel bajarokên wekî Jaraw, Sengeser, Helşo, Îsêwe û Hêro, dikeve rojhilatê Herêma Kurdistanê û ser bi Îdareya Raperînê ve ye.
Hejmara niştecihên wê derdora 160 hezar kesî tê texmînkirin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin