Qasim Suleymanî neçû behiya Kosret Resûl!

Qasim Suleymanî neçû behiya Kosret Resûl!

Ji Arif Qurbanî nivîsî

A+A-

Arif Qurbanî

Tevî kûrbûna nakokiyên wan û gihiştina bi asteke zaf metirsîdar jî, lê ne Amerîka û ne jî Îran naxwazin şerê rûbirû di navbera wan de biqewime. Herdu alî, her yek ji wan ji bo meremeke cihêreng pêwîstiya wan bi demê heye ji bo ku tûşî wî şerî nebin.

Amerîka li milekî çimkî hilbijartin li pêşiya wê ye û li milê din jî hêj bedîlê xwe ji bo paş rejîma vêga ya Îranê amade nekiriye bo ragirtina terazûya navbera sunî û şîeyan li deverê.

Pêwîstiya Îranê jî bi demeke zêdetir heye ji bo pîtandina uraniumê û destgihiştina bi çekên atomî. Lê egereke mezin jî heye ku encamên kuştina Qasim Suleymanî herdu aliyan bikişkişîne barêşekê ku herdu jî ne dilxwazên wê ne.

Her çiqasî xwezaya şîeyên îranî wisa ye ku ji bo barêşa xwe ya navxweyî hertim pêwîstiya wan pê heye wek qurbanî derkevin, lê ew eger jî heye ku mîna kuştina Îmamê Hisên hilberînê di kuştina Qasim Suleymanî de jî bikin.

Heke îradeya herdu aliyan bi ser akaman de serdest be jî û nekevin berteka rasterast wek ku gelek welat daxwazê ji wan dikin, lê tenê nemana Qasim Suleymanî li meydanê çend pêşhatan derdixe holê ku hevkêşeya hêzê li deverê diguhere.

Bi taybetî di hevrikiyên navxweyî yên welatên ku berê Îranê desttêwerdan li wan kiriye. Nemaze çimkî bi nemana Suleymanî, destê Îranê bi gengazî nagihe hemû qul û qelşên ku berê Hacî Qasim bi ser wan ve bûbû.

Ango egera herî çaverêkirî guhertina hevkêşeya hêzê û cûreyê hevrikî û nexşeya siyasî ya welatên Iraq, Sûriye, Libnan, Yemen û Herêma Kurdistanê ye, berî ku çaverêtiya guherînên mezintir di hevkêşeyên navdewletî de bê kirin.

Li gel ku piraniya hevkêşeyên deverê girêdayî hev in, lê tiştê rasterast têkildarî jiyan û çarenivîsa me ye hîkariyên wê li ser Iraq û Kurdistanê ne.

Pêgeha Hûsiyên Yemenê yan Hizbullaha Libnanê zeîf bibe, tiştek ji jiyana me naguhere. Lê gava Heşda Şeibî li Iraqê dikeve jêr guvaşê û gefa hilweşandinê lê tê xwarin, ev derfeta jiyanê li ber me radixe.

Çimkî zelal bû ji wê hevpeymaniya herêmî ya Tirkiye û Îranê û dûvelangên wan li Iraqê, piştî ku 16ê cotmehê bi gengazî ji wan re çû serî, plana wan a duyem nehiştina Herêma Kurdistanê bi xwe bû.

Tiştê artêşa Pasdaran û Feyleqa Qudisê li jêr kirasê Heşa Şeibî kirin beşekî meremê bû. Qonaxa duyem bi rêya gurrkirina şerê navxwe navbera YNK û PDKê û beşdariya wan digihişt meremê ku dana rewatiyû bû bi nehiştina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Kuştina Qasim Suleymanî qet nebe paşxistina şerekî bivê nevê yê xwe bi xwe yê kurdan e. Destekî wî di pişta PDK û destê wî yê din jî di hinavê YNKê de bû. Cuda ji wê merema dijminkarî ku bilindkirina kurdan pê nedihat qurpandin, wek konevaniya hertimî ya welatê xwe jî misêwa bi çêkirina qeyranan li derve pirsgirêkên xwe yên navxweyî dûr dixistin. Wek piştî têkçûna peymana atomî, piştî lîstina bi demê û mijûlkirina Amerîkayê li derveyî Îranê ta bi sûdgirtina ji demê bibin xwedî çekên atomî.

Ji bo van mereman meydana Kurdistanê bijareya wan a herî li pêş bû ku bi arihandina birîna kevn a şerê navxwe deriyê wêrankariyê di rûyê Kurd û Kurdistanê de vekin.

Pêşî bi meşandina wan rêyên ku bi sedema wan PDK û YNKê ji hev dûr diketin, vê nemaze piştî biryardana referendûmê dest pê kir. Gava alîgirên Îranê di nav PDK û YNKê de rê ji wan re kişandin ku ev xwestek bi rêya zêdekirina guvaşan li ser Kosret Resûl dest pê dike û bi dûrxistina Kosret Resûl wek kesê yekem ê YNKê derî di rûyê wê veqetînê de hêsantir vedibe.

Suleymanî çend caran û bi çend rêyan fişar danî ser Kosret. Piştî bêhêvîbûna ji peyamên xwe yên rasterast û ne rasterast, bi xwe diçe mala Kosret Resûl û wek amajeya gefekê jê re dibêje gotina min a dawî ev e: “Heke tu bi gotina me bikî, em ê te bikin kesê yekem li Kurdistanê. Heke tu rê jî li ber me bigirî piştrast be ez ê werim behiya te.”

Kosret Resûl bi xwesteka wî razî nabe û me hemûyan dît piştî vê dîdara wan a dawî çi li hember Kosret Resûl hate kirin. Ji hilweşandina mekteba konevanî bigire ta nexweşxistina wî û dawiya dawî di kongreya hizba wî de jî, dûrxistina hemû kesên ku li gel bi aştîmana Kurdistanê û ji bona têkneçûna aramiya Kurdistanê, li gel miamelekirina bi PDKê re bûn. Herwisa birina jor a komika 16ê cotmehê bo gupîtka desthilatê.

Qasim Suleymanî bi rêya medya û karakterên xwe yên sîber li derveyî YNKê, kampanyayeke himbiz dibir ser her kesekî li nav YNKê heke ne alîgirê têkdana pêwendiyan bi PDKê re bûya. Bi navkirina wan wek proPDKê, partiyên nav YNKê û çend nav û natorên dîtir hewla bêbandorkirina wan didan.

Berevajî vê jî her ew medyakarên “serbixwe” û karakterên hizbî ku proîranî bûn di partiyên din de, alîkariya bilindkirina hevawazên Qasim Suleymanî di nav YNKê de dikirin.

Kongreya YNKê û çûna jor a piraniya antîpartiyan û marjînalîzekirina (propartiyan), li hember jî hinek reftar û konevaniyên çewt û pozbilindiya PDKê, rê kin kirin ta ku Kurdistan piyên xwe biavêje nav nearamiyê, tiştê ku pêwîstiya Îranê pê hebû.

Lê arasteya bûyeran bi sedema kuştina Qasim Suleymanî rêçeke din digire. Suleymanî hate kuştin û bi amadebûna li şîna Kosret Resûl re negihişt. Berevajî nerînên ku dibînin kuştina Suleymanî Kurdistanê jî dikişkişîne nav bûyeran û eger heye bibe meydana şer, ez berevajî vê dibînim û bi nerîna min kuştina Qasim Suleymanî Kurdistan ji şer dûr kir.

Heke ev qeza berî sazkirina kongreya YNKê bûya, wê niha hevkêşeyên di nava YNKê de jî bi cûreyekî din bûna. Lê hêj ji ber ku cûreyê serkirdatîkirina YNKê nehatiye beralîkirin, di mijara diyarkirina serokê YNKê de hevkêşe bi ziyana bereya Îranê diguhere.

Rast e di kongreyê de berteka dijatîkirina PDKê wisa kir ewên nêzîkî PDKê bûn bêne lawazkirin û nêzîkên Suleymanî bi ser ketin, lê ev qeza şensê Dr. Berhem di zeftkirina YNKê de bêtir dike û encama wê jî wisa dibe ku PDK û YNKê deyne ber pêwîstiya yekhelwestî û yekrêziyeke rasteqîn ku di vê qonaxê de berjewendiya Kurdistanê ne şerê navxwe, lê vê yekê dixwaze.

Di dîrokê de gelek caran bûyerên hevawa qewimîne ku hevrikî û kûrbûna nakokiyên navbera du aliyan, bûye derfet ji bo aliyekî din.

Kuştina Suleymanî ji bilî şikestina projeya li hev sorkirina kurdan, nakokiya Îran û Amerîka digihîne astekê, wê derfetê ji kurdan re tîne pêş ku berevajî wê arasteya ku berê wê li şikestinê bû, bikeve ser rêya rabûnê.

 

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin