Qamişlo... Malbat ji HSDê daxwaza vegerandina zarokên xwe dikin

Qamişlo... Malbat ji HSDê daxwaza vegerandina zarokên xwe dikin

.

A+A-

 Li ber deriyê avahiya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo, malbatên şeş zarokan kom bûne, û daxwaza vegerandina zarokên xwe dikin.

Li gorî pankart, diruşm û gotinên malbatên wan zarokan, diyar dike ku zarokên wan tevî grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger û rêxistinên serbazî û çekdarî yên ser bi Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûne.

Taze Cembelî diya Ebîr Kastro Ebdulezîz dibêje “Yek ji min re rastiyê nabêje. Dixwestin min bi westînin. Ji min re digotin keça te 15 salî ye, ne keçik e. Li ser birînên wê kezeba min dişewite. Qeşayê jî deynî kezeba min hênik nabe. Ev 27 roj in çavên min li derî ye.”

Kesûkarên wan zarokan eşkere dikin ku temenên zarokên wan , kêmtir ji 18 salî ne, di nav wan dezarokên 15 û 13 salî jî hene û negihiştine ku biryarê derbarê vê arasteya tevlîbûna li nav wan rêxistinan bidin, lewma ew daxwaza vegerandina zarokên xwe dikin, di demekê de, ku ew tiştekî li ser çarenivîsa zarokên xwe nizanin û ne jî dizanin ew zarok li kuderê ne, lewma ew birina zarokên xwe bi `revandinê` bi nav dikin.

Bavê Ruha Hesen ji Hesekê got “Emrê wê 13 salî ye. Ew hevalên xwe ji xwe re li ber malê rûniştibûn û bi seyarekî hatin rakirin ew û keçika apê wê birin. Keça apê wê nexweşket ew vegerandin û keça min venegerandin. 7 meh e em di derbarê wê de tiştek nizanin. Em bang li Mezlûm Ebdî dikin ku keça me vegerînin. Me digot ew Kurmancên me ne, me deriyê xwe ji wan re vedikir û hatin vê yekê bi me kirin.”

Sebah Enter diya Hediye Ebdulrehîm Enter diyar kir “Keça min diçû dibistanê, temenê wê 16 salî ye. Keça min 2 rojan çû dewrên Ciwanên Şoreşger, paşê vê birine. Ka peymana navdewletî hebû, dê zarokan êdî nebirina.”

Bi gotina kesên kombûyî, zarokên wan malbatan bi awayên cuda cuda ji aliyê grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin. Beşek ji wan dibêjin ku zarokên wan ne bi razîbûna xwe çûne, lê beşekî din ku dibêje eger zarokên wan bi razîbûna xwe jî çûbin, lê ew zarok negihiştine temenê ku bizanebin biryareke wiha bidin.

Li gorî zanyariyan, roja Îna bûrî, keçeke din ji xelkê Amûdê bi navê Eyana Idrîs a 15 salî, ku bi heman awayî hatibû birin, hetibû vegerandin bo nav malbata xwe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin