
Qamişlo li ser pêyan e: ‘Heta mafên me neyên naskirin em ranawestin’
.
Bi yekgirtî û helwêsteke nîştimanî, ji bo çespandina mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de, li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê meşeke bi hezaran kesan hat lidarxistin.
“Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e.” Ev dirûşmeya sereke ya meş û xwenîşandanên Kurdan a li Qamişloyê ye.
Dayîkên şehîdan wekî her tim dînamo û pêşengên komkirina dengê gel bûn.
Wan bi moraleke bilind daxwaza bidestxistina wan mafan dikir ku zarokên wan di oxira wan de canê xwe feda kiriye.
Dayîka bi navî Cuda Omer got, “Em îro ji bo yekîtiya Kurdan derketine qadan. Em ji bo şervan û şehîdên xwe derketine. Em dixwazin hemû Kurd bibin yek.”
Daxwazên sereke: Ziman û destûr
Naskirina gelê Kurd wekî pêkhateyeke resen û dîrokî li Sûriyeyê, hevparî û beşdariya rastîn a di desthilatê de û fermîkirina zimanê Kurdan di destûrê de daxwazên sereke bûn.
Xwenîşandera bi navê Bedîe Emînê jî got,“Me ti carî serê xwe netewandiye û em natewînin.
Em wan daxwazên dilê xwe bi cih tînin. Bila parêzvanên mafên mirovan mafan bizanibin.
Tevî ku hemû kesî alîkariya me nekiriye, me bi xwe kiriye, em dikin û em dê bi ser jî bikevin.”
Xwenîşander Ebdulqadir Ebdulah jî wiha axivî, “Çawa ku hemû gelê Kurdistanê; li Bakur, li Başûr, li Almanyayê, li Dihokê û li her derê derketin qadan, pêwîst e em jî îro derkevin û piştgiriya gelê Kurd bikin.”
Xwenîşandera bi navê Leyla Omerî jî got, “Em yekîtiya gelê Kurd dixwazin da ku hemû kes bizanibe Kurd yek in.”

Peyama zarokan
Zarok bi hêvî amade bûn da ku peyama nifşê bê bigihînin.
Xwendekara bi navê Sebat Hekîmê jî got,“Ez ji bo Rojavayê Kurdistanê hatime. Her bijî Kurd û Kurdistan.”
Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî aştiane û dûrî şer, dixwaze nasnameya xwe ya neteweyî biparêze û mafên xwe yên siyasî, aborî û çandî bi dest bixe.
Xelkê Qamişloyê li vir dibêjin heta ku mafên gelê Kurd di paşeroja Sûriyeyê û destûra Sûriyeyê de neyên misosgerkirin, ew ranewestin.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin