
PWKyîyan li Batman, Mêrdîn û Amedê Li Kolanan Belavok Li Gel Belav Kirin
.
PWKyîyan, bi minasebeta 2 salîya PWKyê û di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ de di rojên 15,16,17ê îlona 2025ê de, li Batman, Mêrdîn û Amedêli kolan û qadan, li nav gel de belavokên bi kurdî û tirkî belav kirin.
Gelên me yên Batman, Qoser û Amedê bi awayekî germ pêşewazîya van çalakîyên PWKyê kirin.
Batman
Rêvebir û endamên Şaxa Batmanê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 15.09.2025a li Batmanê, ji Caddeya Gulistanê, seranserê Caddeya 2yemin heta Taxa Gök Taksîyê broşurên di derbarê 2 salîya PWKyê û ‘’pêvajoya heyî’’ de belav kirin.
Mêrdîn
Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 16.09.2025ê, li navçeya Qoser a Mêrdînê, li Qada Azadîyê, Rêya Ruhayê û li nav bajêr, broşurên di derbarê 2 salîya PWKyê û ‘’pêvajoya heyî’’ de belav kirin. Hinek welatperwerên kurd jî piştgirîya PWKyê kirin û bi wan re ev belavok belav kirin.
Amed
Rêvebir û endamên PWKyê yên navendî,yên Amedê û yên ku ji welatên Ewropayê hatibûn, bi minasebeta 2 salîya PWKyê û di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ de di roja 17ê îlona 2025ê de, li Amedê di nav gel de belavokên bi kurdî û tirkî belav kirin.
Di destpêka çalakîyê de Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay, di derbarê armanca çalakîyê de agahî da nûnerên ragehandinê.
Paşê, li gereka Ofîsê, li Yanik Koşk, Çarrêyan, Cadeya Navenda Tenduristîyê, Cadeya Sakaryayê û li Pazara Çarşemê ya navçeya Baglarê belavok li esnafan û li gel belav kirin.
Roja 18.09.2025ê jî Rêvebir û endamên PWKyê yên navendî yên Amedê û yên ku ji welatên Ewropayê hatibûn, li gereka Ofîsê, pazara pêncşemê, Parka Esma Ocak, Cadeya Xazî, Derîyê Çîyayî, Cadeya Xazî û Balikçilarbaşi belavok li esnafan û li gel belav kirin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin