PWKyê Li Stanbolê Bi Şeveke Girseyî Newroz Pîroz Kir

PWKyê Li Stanbolê Bi Şeveke Girseyî Newroz Pîroz Kir

.

A+A-

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) şeva 20ê Adara 2024ê, li Stenbolê,li gel fitara rojîyê, şeveke pîrozbahîya ya newrozê li dar xist.

Nêzîkî 500 kurdên li Stenbolê beşdarî şeva pîrozbahîya newrozê ya PWKyê bûn.

Nûnerê Stenbolê yê PWKyê Cengîz Gungor pêşkêşvanîya şeva newrozê kir.

Di destpêkê de, rêvebirê PWKyê yê Stenbolê seydayê kurd, Abdulmecît Kapazan, ji bo meha remezanê û rojîyê, ayetên quranê xwend û bi kurdî gotarek pêşkêş kir.

Abdulmecît Kapazan di gotara xwe de, got ‘’Binavê xudayê dilovan û dilovîn. Xudê rojî û dia û hemî îbadetên we yên vê meha remezana pîroz bi pejirêne û qebul bike. Sultan Selaheddînê Eyûbîyê kurdî, Seyîd Ûbeydullahê Nehrî, Mîr Bedirxanê Botanî, Şêx Ehmedê Barzanî, Şêx Seîdê Pîranî, îhsan Nurî Paşayê Agirî, Îbrahîmê Hesîkê, Têlî Geliyê Zîlan, Şêx Mehmudê Berzencî, Şêx Abduselamê Barzanî, Qadî Mihemedê Mihabadî, Simkoyê Şikakî, Seyîd Rizayê Dêrsimî, Mele Mistefayê Barzanî, Elî Şêr û hevjîna wî Zerîfe Xan, Leyla Qasim.

Ev hemî bav û bapîr û kalik û ejdadên mene dilovaniya yezdan li rihê wan be cihê wan bihuşta rengîn be.

Xudayê mezin hemiyan bi rehm û kerema xwe şad û şanaz bike cih û warên wan bexçê gul û nêrgizan be.

Ya xudayê mezin û dilovan tu gelê me ji hemî qaza, bela,nexweşî û gişê afatên asoyî, xwezaî û suruştî biparêze, tu gelê kurdên mafdar ji bin destiyê xilas û azad bike, amîn amîn welhemdu lîllahî rebilalemîn elfatîha. ( NEWROZ )a we pîroz be .’’.

Piştî axaftina Seydayê Abdulmecîd Kapazan beşdaran fitara xwe ya rojîyê vekirin.

Paşê Nûnerê Stenbolê yê PWKyê Cengîz Gungor di derbarê newrozê de helbestek xwend û Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk meşxaleya Newrozê pêxist û axaftina xwe ya ji bo newrozê pêşkêş kir.

Mustafa Ozçelîk di destpêka axaftina xwe de meha remezanê li misilmanên Kurdistanê û hemû misilmanên cîhanê pîroz kir û Newroza gelê me pîroz kir.

Mustafa Ozçelik di axaftina xwe de bi kurtayî got: ‘’Bila ev newroz bibe destpêka fêrbûna zimanê kurdî û ava kirina tifaqa neteweyî li Bakurê Kurdistanê’’.

Mustafa Ozçelîk got ‘’Werin bila Newroza îsal bibe destpêka fêrbûna kurdî... Nebêjin qey ev tiştekî biçûk e. Fêrbûn û axaftina bi kurdî îro şoreşek e, vejînek e, xurt kirina heykelê miletê kurd e.

Werin, heta Newroza 2025ê, yên ku bi kurdî nizanin bila kurdî fêrbibin, yên bi xwendin û nivîsandina bi kurdî nizanibin bila xwendin û nivîsandina bi kurdî fêrbibin.

Werin li Bakurê Kurdistanê em Newroza 2024ê bikin destpêka bihevre xebat, hevkarî û tifaqên li ser hişmendî û prensîbên neteweyî, niştimanî..Herweha ez dibêjim bila Newroza îsal, bibe destpêka avakirina Komeleyên Kurdên bajarên metropolên Tirkîyeyê....’’.

Di berdewamîya axaftina xwe de, Mustafa Ozçelîk banga rawestandina şerî kir û got: ‘’Em careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin: Dest ji vê sîyaseta şîdetê û şerî berdin. Mixatabê Dewleta Tirkîyeyê partîyên kurdan e, temsîlkarên miletê kurd yên sîyasî û dezgehên sivîl ên Bakurê Kurdistanê ne, xelqê Kurdistanê ye.

Werin em bi dîyalog û danûstendinan, rêya çareserîya sîyasî bi hevdu re bihûnin.

Û em careke din bangî PKKyê jî dikin:Ev şerê ku tê meşandin, li Bakurê Kurdistanê zerarê dide gelê me, dide welatê me.’’

Şahîya Newrozê ya PWK ya Stanbolê bi awayekî girseyî û bi coşeke mezin li dar ket.

Hunermend Hîkmet Kara li gel grûba xwe ya muzîkê bi staranên xwe dewlemendîyeke mezin dan vê coşa newrozê.

Nûnerên PSK, HAK-PAR, ENKS, Tevgera Avakirina Demokratî a Kurdistana Sûrîya, , Serokê KURD-KAVê Mehemt Celal Baykara û heyeta xwe, xwedîyê Kovara Nûbiharê Sulayman Çevîk, Serokê Komeleya Dêrikîyan Sedat Gungor û heyeta xwe, Serokê Komeleya Farqînîyan Îhsan Çevîk, Serokê Komeleya Erûhîyan Mûsa Kûrt, Berbijêrê Saredarîya Stenbolê yê HAK-PARê Mûstafa Aytaş û gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd jî beşdarî şahîya newrozê ya PWKyê bûn.

Endamê Komîteya Birevebir a Navendî Kasim Ergun jî, di berdewamîya şahîyê de bixêrhatina beşdaran kir, di derbarê girîngîya vê şahîyê û xebatên PWKyê de agahdarî da û newroza beşdaran pîroz kir.

Seydayê Abdulmecîd Kapazan helbesteke Abdurrahman Dure ya di derbarê newrozê de xwend.

Şahîya newrozê û fitara ku PWKyê li Stenbolê li dar xist, bi awayekî girseyi û bi memnûyîyeta beşdar bidawî hat.

21.03.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

2-467.jpg3-429.jpg4-340.jpg5-254.jpg6-194.jpg7-145.jpg9-089.jpg10-071.jpg11-058.jpg12-045.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin