
PWKyê li Londonê konferansek lidarxist
"JI ÇEKDANÎNA PKKyê RE ERÊ, JI TUNEHESIBANDINA MAFÊN MILETÊ KURD RE NA"
Bi organîzatorîya PWK-EWROPAyê li LONDONÊ ji bo nasandina PWKyê û balkişandina li ser rûdanên li rojeva Kurdistanê û Tirkîyeyê konferansek li dar ket.
Pêşamadekariyên Konferansê Endamê Rêvebirîya PWK Ewropayê Faysal Taşkiran bi hevkarîya dilxwaz û piştgirên PWKyê yên li Londonê pêkanîn.
Moderatorîya konferansê Dr. Ali Kemal Yildirim birêvebir.
Axaftvanên konferansê, rêvebirên PWK Ewropayê Nîmet Mumtaz Aydin û Mehmet Selîm Ûzûn bûn.
Konferans, bi kurte înformasyona Faysal Taşkiran destpê kir. Faysal Taşkiran, beşdarên konferansê ji bo ruhên şehîdên Kurdistanê deqeyekê dawetî rêzgirtinê kir. Dû re axaftvanên konferansê da nasîn.
Moderatorê konferansê Alî Kemal Yildirim piştî kurte axaftinekê, ji bo bi zaravayê kirmanckî (dimilkî, zazakî) xêrhatinê li beşdaran bike, gotin da Mehmet Selîm Ûzûn. Wek tê zanîn PWKyê heta mumkun be, di hemû civînên xwe de ji bo balê bikşîne girîngiya parastina zaravayê kurdî yê kirmanckî, axaftina pêşî bi kirmanckî dike.
Dû re di rojeva konferansê de Nîmet Mumtaz Aydin axivî.
Nîmet Mumtaz Aydin di axaftina xwe de bi kurtî qala pêvajoya avakirina PWKyê û taybetmendiyên wê kir û dû re li ser nêrînên PWKyê yên di derbarê pirsa miletê Kurd û Kurdistanê de anî zimên.
Nîmet Mumtaz Aydin, di berdewamîya axaftina xwe de, qala pêkhateyên PWKyê, awayên xebat û têkoşîna wê, dîtinên PWKyê yên li ser pirsa yekitî û hevkarîyan kir û dû re jî li gor PWKyê çareserîya pirsgirêka kurd û Kurdistanê wê çewa be, anî zimên.
Mijarên din yên ku di konferansê de N. Mumtaz Aydin anî zimên ev bûn: ”Pirsa hilbijartinan û parlamentoya Tirkîyeyê”, ”Statuya ziman, zarava û perwerdeyê”, ”Pêwendiyên di nav beşên Kurdistanê de”, ”Dîasporaya Kurd”, ”Maf û azadîya jinan” û herî dawî jî qala ”Daxwazên acîl yên miletê Kurd”.
Beşa duyem ya konferansê li ser rewşa dinyê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê bû. Di vîlê beşê de Mehmet Selîm Ûzûn axifî.
M. Selîm Ûzûn qala rewşa dinyayê, guherînin li Rojhilata Navîn û bandora wan li ser pirsa kurd û Kurdistanê kir.
Ji axaftina M. Selîm Ûzûn çend paragraf, bi vî şiklî bûn:
--Li seranserê Kurdistanê û li cîhanê miletê Kurd di nava pêvajoyek nuh de ye. Neteweperwerîya kurdan hem li Kurdistanê hem li cîhanê roj bi roj xurtir dibe. Ji kûr ve li çar parçeyên Kurdistanê û li hemû dinyayê pêlek neteweperwrîya kurdan radibe. Weke volkaneke li ber teqandinê be.
--Di destpêka sedsala 21ê de prosesa miletbûyîna kurdan gihiştîye qonaxeke nû. Pêwîst e sîyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û pisporên kurdan li ser vê pêvajoyê baş rawestin.
--Rewşa dinyayê tê guherandin, rewşa Rojhilata Navîn tê guherandin, pêvajoya miletbuyîna kurdan tê guherandin. Gelo li çar parçeyên Kurdistanê tevgera neteweyî û demokratîk ya kurd û Kurdistanê dê çi bike? Dê çawa bersîva vê pêvajoya nû bide?
--Rastîya bingehîn ya rojev û mijarê jî bi xwe ev e. Emê çawa vê rewşê li ser xetek neteweyî û demokratîk û kurdistanî biguherînin û reorganize bikin, emê çawa bikaribin bersiva vê pêvajoya nû û pêwistîya sedsala 21ê bidin?
--Yek: Yên ku statukoyê diparêzin. Di serî de dewletên dagirker û kolonyalîst yên wek Tirkîye, Îran, Iraq, Surîyeyê û rejîmên kewneperest yên navçeyê ne. Ew li dijî kurdan in, dijmenên kurdan in û naxwazin ev statukoya heye bê guherandin.
--Dudu: Hêz û dewletên ku dixazin statukoyê biguherînin û Rojhilata Navîn ji nu ve dîzayn bikin. Hêz û dewletên mezin, di serî de yên weke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Îngîltere, Fransa û hinek dewletên din yên Ewropayê ne. Bi taybetî bi rol û sîyaseta xwe ya jeo-polîtîk ya navçeyê Dewleta Îsraîlê ye.
--Di vê pêvajoyê de plan û programên Îsraîl, Emerîka û Îngîltereyê yên jeo-polîtîk, li ser çarenivîs û qedera Rojhilata Navîn tayînker in. Bêguman ev tişt ne tiştekî îradî ye, lê belê tiştekî dîrokî û misoger û zarûrî ye. Jiber ku yên ku dixwazin vê statukoyê ji binî ve biguherînin, berî her kesî miletê kurd e û miletê kurd ev du sed sal e ku jibo vêya tekoşîneke dijwar dide. Kaynak: PWKyê li Londonê konferansek lidarxist
--Divê kurd sîyaseta jeo-polîtîk û jeo-stratejîk ya dewleta Îsraîlê ya nû li ser Rojhilata Navîn baş binirxînin û baş teqîb bikin.
Di konferansê de li ser çekdanîna PKKyê, çareserîya ”pirsa kurd” û hevdîtinên di navbera Ocalan, PKK û Dewleta Tirkîyeyê de jî hate rawestandin.
Çareseriya pirsa Kurd ne di rojeva Dewleta Tirkîyeyê de ye. Çareseriya tu mafekî esasî ya kurdan nayê minaqeşekirin. Şerê çekdarî yê PKKyê yê heyî zerarê dide doza kurd û Kurdistanê, ne tenê li Bakurê Kurdistanê, herweha li çaraliyê Kurdistanê û li diasporayê jî.
Beşdaran jî bi pirs û şîroveyên xwe, bi awayekî aktîf beşdarî konfernasê bûn.
Konferansa PWKyê di atmosfereke berhemdar de pêk hat.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin