PWKyê Li Amed û Batmanê Mele Mistefa Barzanîyê Nemir Bi Bîr Anî

PWKyê Li Amed û Batmanê Mele Mistefa Barzanîyê Nemir Bi Bîr Anî

.

A+A-

‘’ Jiyana Mele Mustafa Barzanî, kurteçîroka têkoşîna neteweyî ya miletê Kurd e’2

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi minasebeta 47emîn salvegera wefata Mele Mistefa Barzanî yê nemir, roja 01.03.2026ê li Amedê û Batmanê Mele Mistefa Barzanî  yê nemir bi  bîr anî û di vê derbarê de semînerek li dar xist.

Li Amedê Bibîranîna  Mele Mistefa Barzanî yê Nemir

Li Teşkîlata Amedê ya PWKyê, Mele Mistefa Barzanî  yê nemir bi  bîr anî û di vê derbarê de semînerek li dar xist.

Moderatorîya semînerê Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran birêvebir. Hanîfî Tûran bixêrhatina beşdaran kir, di derbarê girîngî maneya vê rojê de kurte axaftinek kir û bi sirûda neteweyî Ey Reqîb ve ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.

Paşê  nivîskar û lêkolînerê kurd Seîd Veroj û Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay di derbarê jîyan, xebat, têkoşîn û bîr û bawerîyên Mele Mistefa Barzanî yê nemir de semîner dan.

Li gel endamên PWKyê, nûnerên HAK-PARê, sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî beşdarî vê semînerê bûn.

Di semînerê de, siyasetmedarê kurd îbrahîm Guçlu jî bîr û rayên xwe anî zimên.

Semîner bi awayekî berhemdar bidawî hat.

 

Li Batmanê Bibîranîna Mele Mistefa Barzanî yê Nemir

PWKyê li Teşkîlata Batmanê ya PWKyê, Mele Mistefa Barzanî  yê nemir bi  bîr anî û di vê derbarê de semînerek li dar xist.

Seminer, bi sirûda neteweyî Ey Reqîb vebi  rêz hate girtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Paşê Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr daxuyanîya PWKyê ya di derbarê bibîranîna Mele Mistefa Barzanî  yê nemir de xwend.

Piştî Azîz Ozdemîr, sîyasetmedarê kurd Saît Aksoy di derbarê jîyan, xebat, têkoşîn û bîr û bawerîyên Mele Mistefa Barzanî yê nemir de semîner da.

Semîner bi sînevîzyoneke di derbarê jîyan û têkoşîna Mele Mistefa Barzanî yê nemir de û xwendina helbesta Seydayê Gurdilî ya bi navê Qehremanê Esra Bîsta k udi derbarê Mele Mistefa Barzanî de hatiyê nivîsandin bidawî hat.

Li gel endamên PWKyê, sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî beşdarî vê semînerê bûn.

01.03.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

……………………..

Daxuyanîya PWKyê ya di derbarê bibîranîna Mele Mistefa Barzanîyê nemir de li xwarê ye.

Jiyana Mele Mustafa Barzanî, kurteçîroka têkoşîna neteweyî ya miletê Kurd e

Mele Mustafa Barzanî yê Nemir, rêberekî miletê kurd û Kurdistanê yê dîrokî ye ku em bi giramî bi bîr bînin. Ew di 14.03.1903an de ji dayîk bûye û di roja 01.03.1979an çûye ser dilovaniya xwe. Ango Adara îsal, 123yemîn salvegera jidayikbûna wî û salvegera 47emîn a wefata wî ye.

Ji roja jidayikbûnê heta wafata wî, jiyana M.Mustafa Barzanî, kurteçîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê ye, di sedsala 20an de.

Jiyana Mele Mustafa Barzanî, bi şer, heps, koçberî, surgun, wêranî û bi trajediyên mezin ve dagirtî ye. Herweha jiyana M. Mustafa Barzanî, bi xweşî û nexweşiyên xwe, bi serkeftin û şikestinên xwe, bi welatperweriyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardariyê, bi berxwedanê û bi sekneke bi şexsiyet ve hatiye hûnandin.

Melle Mustafa Barzanî tu carî nefsbiçûktî, sebir, tolerans û xweşbînîya xwe ji dest berneda.

Melle Mustafa Barzanî, bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî û di medreseya welatperweriya wan de perwerde bûye. Rêbaza M. Mustafa Barzanî, berdewamiya rêbaza Rêxistina Azadî ya Xalid Begê Cibrî, ya Xoybûnê, ya Komara Kurdistanê ye. Ew berdewamiya doza Şêx Seîd, Seyid Riza, Îhsan Nurî, Qazî Mihemed e.

Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî ye.

Wek serfermandarê Artêşa Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) di avakirina Komara Kurdistanê de roleke dîrokî lîstiye. Ew damezranêr û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan-Iraqê ye. Melle Mustafa Barzani, piştî hilweşandina Komara Kurdistanê, 11 salan li Yekitiya Sowyetê li gel 500 hevalên xwe yên pêşmerge jiyaneke gelek zehmet derbas kir.

Mele Mustafa Barzanî, di sala 1958an de vegeriya Iraqê lê di demeke kurt de, mecbûr ma di sala 1961ê de Şoreşa Îlonê destpê bike. Di 11ê Adara 1970î de bi hikûmeta Iraqê re peymana otonomiyê îmze kir. Rejîma Beesê şerdên peymanê pêk neanîn. Mele Mustafa Barzanî dîsa di 1974an de dest bi şerê çekdarî kir. Lê di 1975ê de bi Peymana Cezayirê, bi lihevhatina Iraq, Îran û nevbencîtiya Emerîkayê, Emerîka û Îranê dawî li piştgiriya xwe ya ji bo Mele Mustafa Barzanî anîn û şoreşê şikest xwar. Mele Mustafa Barzanî şer rawestand. Vekişiya İranê. Û di roja 1ê Adara 1979an de ji ber nexweşiya xwe çû ser dilovaniya xwe.

Alaya Kurdistanê ya ku Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mustafa Barzanî kir, tu carî neket erdê. Û ew alaya ku Mele Mustafa Barzanî teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê ba lê dibe.

Xebat û têkoşîna Mele Mustafa Barzanî îro jî ji bo hemû kurdên cîhanê cihê rêzê û hêviyê ye. Mele Mustafa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê girîng hebû. Serokê partiya xwe, yê miletê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî xebat û têkoşîna me ye. Azadiya Kurdistanê dê xelata herî mezin be ji bo Barzaniyê Nemir.

Em Mele Mustafa Barzanî yê Nemir bi giramî bibîr tînin.

01.03.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

whatsapp-image-2026-03-01-at-18-37-07-1.jpegwhatsapp-image-2026-03-01-at-18-37-07-2.jpegwhatsapp-image-2026-03-01-at-18-37-08.jpegwhatsapp-image-2026-03-01-at-18-37-08-1.jpegwhatsapp-image-2026-03-01-at-18-37-08-2.jpegwhatsapp-image-2026-03-01-at-18-37-09.jpeg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin