
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 21.02.2026ê, li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî pîroz kir.

Amed
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 21.02.2026ê, li Teşkîlata Amedê ya PWKyê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî pîroz kir.
Li gel endamên PWKyê, nûnerên dezgehên sivîl û sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî vê pîrozbahîyê bûn.
Di destpêka pîrozbahîyê de, ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.
Berdevke PWKyê Hanîfî Tûran moderatorîya çelakîyê birêvebir. Hanîfî Tûran bi xêr hatina beşdaran kir û di derbarê armanca vê çalakîyê de kurte axaftinek kir.
Paşê Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay daxuyanîya PWKyê ya di derbarê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de xwend û di derbarê wate û gîngîya vê rojê de semînerek da.
Beşdarên pîrozbahîyê jî bîr û rayên xwe anîn zimên.
Mêrdîn
Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê Li Kolanên Qoserê Roja Zimanê Dayikê ya Nevneteweyî Pîroz Kir.

Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) yên Mêrdînê bi minasebeta 21 Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Nevneteweyî bi rêvebir û endamên xwe ve li Kolanên Qoserê belavokên li ser zimanê kurdî belav kirin.
Endamên PWKyê ji ber avahîya PWKyê dest bi çalakîya xwe kirin. Li Cadeya Ruhayê û li herdu alîyê Qada Azadîye bi muzîka li gel megafonê belavok belav kirin. Cî bi cî bi megafone bi deng sloganên ji bo zimanê kurdî avêtin.
Gelê me yê Qoserê eleqeyeke baş nîşanî vê çalakîyê da.
Çalakî bi awayekî serkeftî bi dawî hat.
Batman
Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Roja Zimanê Dayikê ya Nevneteweyî Pîroz Kir.

Teşkîlata Batmanê ya PWKyê bi minasebeta 21 sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Nevneteweyî bi rêvebir û endamên xwe di saet 13.30 an li Caddeya Gulistanê tevî pankarta xwe civîyan.
Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Hamdusena Demîrel daxuyanîya PWKyê xwend..
21.02.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin