
PWKê li Batmanê Jenosîda Enfalê û Xalid Begê Cibrî û hevalên wî Bibîranî
.
Rêvebirîya Batmanê ya PWKê 14.04.2026ê li Batmanê saet di 13.00an de li Hola PWKê bibîranîna Jenosîda Enfalê û şehîdkirina Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hevalên wan bibîranîn.
Bîranîn li avahîya Batmanê ya PWKê hat lidarxistin. Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PWKê cih girtin.
Serokê PWKê ya Batmanê Aziz Özdemir bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo şehîdên Anfalê rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin.

Serokê PWK şaxa Batmanê Aziz Özdemir daxuyanîya PWKê ji bo Anfalê xwend :Teksta Daxuyanîyê li jê re:
“Şehîdên enfalê daxwaza yekrêzîya navmala kurd li me dikin
Di sala 1986an de, Dewleta Iraqê ya Seddam Huseyîn di dema şerê bi Îranê de hêzeke mezin şand ser Başûrê Kurdistanê.
Armanc, kuştina hemû mêrên kurd yên ji 13 salî heta 70 salî bû. Ji bo pêkanîna vê armancê, hemû rê û awa ji xwe re mubah didît; bombekirin, ji binî ve wêrankirina gund û bajaran, komkujî, bikaranîna çekên kîmyayî û hwd.
Ev êrîşên hovane 3 salan berdewam kirin; lê êrîşên herî mezin di sala 1988an de pêk hat, Helebçe yek ji wan êrîşan bû. Ne tenê kurdan, herweha asûrî û tirkmenan jî ji van êrîşan para xwe girtin.
Enfal bi qirkirina 8000 mêrên Barzanîyan dest pê kir û heta sala 1989an, 182 000 kurdistanî hatin qetilkirin.
Di encamê de 182 000 kurdistanî hatin kuştin; ji 4665 gundên başûrê Kurdistanê 4000 gund bi erdê re kirin yek; bajarên weke Qeladiza, Seydsadiq xanîyek ava nema; 3000 mizgeft, 2000 dibistan, 300 nexweşxane û 27 dêr wêran kirin. Zêdeyî milyonek kurdistanî cîh û warên xwe berdan bi çol û çîyan ketin. Elektrîk, telefon, rê hemû felc bûn; zevî û ziraet beyar man; heywanê kedî neman. Gava leşkerên Seddam trîbûna bendava Dukanê vekir, bi sedan gund bi xanî û mal û zevîyên xwe di binê avê de man.
Seddam û heramîyên wî navê vê jenosîdê ku wan ji Quranê girtibûn, danîbûn ”Enfal”. Enfal mana xwe ”xenîmeta şer” e. Belê rast e, karbidestên Seddamê dîktator û hov ne tenê Kurdistan wêran kirin; wan mêrên ku destê wan çek digirt kuştin, bi dehhezaran jinên kurdan ber bi çolên ereban ve mecbûrî koçberîyê kirin; weke ”xenîmeta şer” dest danîn ser wan, destdirêjî li wan kirin, gelek ji wan li sûkên dewletên Xelîcê firotin. Îro jî li gelek deverên ereban, gorên komkujîya kurdan derdikevin holê.
Îşaretên komkujî û qirkirina kurdan hîn di sala 1983an de, bi girtin û kuştina mêrên Barzanîyan dîyar bûbû. Baasîyan avêtibûn ser herêma Barzan, ji 10 heta 70 salî, 8000 mêrên Barzanîyan dîl girtibûn û biribûn çolên başûrê Iraqê û ew hemû bi saxî binerd kiribûn. Jinên wan jî li Musul û Hewlêrê bi darê zorê bi cîh kiribûn.
Yek ji qetlîama herî mezin ku tarîxa modern şahid bûye jî, bêgûman komkujîya Enfalê ye. Ew sê salên di navbera 1986-1989an de, Seddam ew êrîşên hovane, di bin sîya şerê bi Îranê re pêk anî.
Emerîka, Ewropa, Yekitîya Sowyet, dinya, musilman, cîranên Kurdistanê hemû li hemberî vê komkujîya hovane bêdeng man; çavê xwe girtin û guhên xwe kerr kirin. Kengî bi sedhezaran kurd ji hewla canê xwe, li sînorên Tirkîyeyê asê bûn û ew dîmen bi rêya televizyona ketin malên emerîkî û ewropîyan, hîn nuh dezgehên navneteweyî dengên xwe bilind kirin. Hîn jî ew sûretên bi sedhezaran kurdên ku di serma û seqemê de xwe li sînorên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê dabûn di hafizeyan de zindî û teze ne.
Lê belê, ne komkujî û jenosîdan û ne jî Enfalê nikarîbû rê li ber tevger û doza Kurdistanê bigre. Enfal ne tenê komkujî û jenosîda li dijî gelê Kurdistanê bû, ew herweha jenosîdeke li dijî mirovatîyê bû.
Bi hemû wehşet û wêrankarîya xwe Enfalê jî xelkê Kurd dîl û teslîm negirt. Miletê Kurd û kurdistanîyan ew 4000 gund û bajarên werakirî ji nû ve ava kirin; rê û pirên xwe ji berê baştir çê kirin. Dar û zevî ji nû ve şîn bûn, kerîyên pez û garanên dewaran li mêrgên Kurdistanê ji nû ve çêrîyan. Miletê Kurd û kurdistanîyan li ser axa xwe, xwe bi xwe îdare kir; teva kemû kêmasîyên xwe, dest bi avakirina azadî û demokrasîyeke ku ev herîm nebûye şahid, kirin.
Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê îro ne tenê ji bo kurdan, herweha ji bo asûrî, tirkmen, ereb û hemû etnîsîteyan; ji bo êzîdî, suryanî, kildanî, şebek, ehlî heq, şiî hemû ol û mezhebî re bûye sitarek aram û ewle.
Divê dinya êdî vekirî piştgirîya miletê Kurd bike ku ew bi awakî azad xwe îdare bike; divê miletê Kurd û kurdastanî mecbûrî jîyana bi wan dewletên ku ev keraset anîne serê wan, nemîne. Lê divê em hemû kurdên li dinyayê jî destkeftin û Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê biparêzin û vê ya weke wezîfeyek neteweyî û pîroz bibînin.
Parlamentoya Kurdistanê roja 14ê nîsanê, weke bibîranîna Enfala reş îlan kirîye. Lê kurd wê ne tenê di roja 14ê nîsanê de, wê tim û tim vê qirkirinê bi bîr bîne û wê vê karesat û komkujîyê tu carî nede ji bîr kirin.
Lêxwedîderketina bedel û xebat û têkoşîna gelê me, rêzlêgirtina xwîn û keda şehîdan ji yekrêzîya nav mala kurd destpêdibe.
Îro wazîfe û berpirsyarîya herî mezin û esasî ya li ser milên hemû alîyên sîyasî û sivîl ên Başûrê Kurdistanê, parlamento, hikûmet, peşmerge, Serokatîya Herêma Kurdistanê ewe ku hemû nakokîyên xwe yên nevxweyî deynin alîyekî û ji bo yekrêzîya nav mala kurd gavên pêwîst bavêjin.
Em şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û dijminên ku ev jenosîd pêk anîne, bi tûndî rûreş û şermezar dikin.”
Paşî di 101 salîya şehadeta Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg û hevalên wan de Aziz Özdemîrî daxuyanîya PWK xwend.Daxuyanîya texta PWK ê li jêrê :
" Hişmendîya Xalid Begê Cibrî û hevalên wî îro jî rêya me rohnî dike
Di dîroka Kurdistanê de ji serhîildan û tevgerên neteweyî yên herî girîng yek jê jî tevgera neteweyî ya 1925an e ku weke serîhildana Şêx Seîd tê naskirin. Weke tê zanîn, amadekarîya vê serhildanê ji aliyê Teşkîlata Azadîyê (Komîteya Îstîklalê ya Kurdistanê) ve hatibû destpêkirin.
Teşkîlata Azadîyê di sala 1921ê de hatîye damezrandin. Serokê wê jî Xalid Begê Cibrî bû. Yek ji rêvebirê Teşkîlata Azadîyê jî Yusuf Zîya Beg bû.
Lê mixabin berîya ku amadekarîya serhildanê temam bibe, Dewleta Tirkîyeyê ji bo rê li ber vê serîhildanê bigire, di cotmeha 1924an de pêşî Yusuf Ziya Beg girt, paşê jî di 20ê çileya pêşîna 1924an de Xalid Begê Cibrî girt. Dewleta Tirkîyeyê herdu rêberên kurdan şandin zîndana Bedlîsê.
Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û Yûsûf Zîya Beg, bi provakasyoneke Dewleta Tirkîyeyê, serîhildan berî dema ku hatibû plan kirin dest pê kir. Rêberê neteweyî, olî û civakî yê gelê Kurdistanê Şêx Seîd serokatîya vê serîhildanê kir.
Li gorî biryara Dîwana Herbê ya Bedlîsê ku dîwaneke herbê ya ku bi desthilatîyên taybetî yên Dewleta Tirkîyeyê ve hatibû wazîfedar kirin, di roja 14ê Nîsana 1925an de, li Bedlîsê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg hatin kuştin. Heta nuha jî nayê zanîn ku bê herdu rêberên miletê kurd bi gulebarankirinê yan jî bi darvekirinê hatine qetilkirin. Herdu rêberên gelê Kurdistanê, ji ber damezrandina Teşkîlata Azadîyê û amadekarîyên serîhildaneke neteweyî hatin qetilkirin. Di eynî rojê de, bi qerara Dîwana Herbê ya Bedlîsê rêberên miletê Kurd Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdirrehmanê Şirnexî jî hatin darvekirin.
Mixabin heta îro cîhê mezelên Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdirrehmanê Şirnexî weke cîhê mezelên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalan wan, Seîdê Kurdî jî ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve nehatîne eşkere kirin.
Em bi vê minasebetê careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku cîhê mezelên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalan wan, Seîdê Kurdî, Xalid Begê Cibrî,Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdirrehmanê Şirnexî eşkere bikin.
Em weke PWK (Partîya Welatparêzên Kurdistanê) xwe berdewamîya rêbaza Teşkîlata Azadîyê, berdewamîya têkoşîna Şêx Seîd, Seyîd Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Beg û Yûsûf Zîya Beg û hevalan wan dibînin û ji bo armanca wan ya Kurdistaneke azad têdikoşin.”
Piştî herdu daxuyanîyên PWKê Aziz Özdemir bi hurgulî ku di 8 Qonexan da Jênosîda pêk hatibu ,tevî îstatîstikan semînerek da.
Bi temaşekirina belgefilmeke anfalê bîranîn bi hestîyarî bi dawî bu
14.04.2026
Partîya Welatparêzên Kurdistanê
PWK Şaxa Batmanê




NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin