Krêmlîn: Dorpêçkirina benderên Îranê dê bandoreke mezin li ser aboriya cîhanê bike

Krêmlîn: Dorpêçkirina benderên Îranê dê bandoreke mezin li ser aboriya cîhanê bike

.

A+A-

Serokatiya Rûsyayê (Krêmlîn) îro (Duşem, 13ê Nîsana 2026ê) nîgeraniya xwe ya zêde li ser bizavên Amerîkayê ji bo sepandina dorpêçê li ser benderên Îranê diyar kir û hişyarî li ser encamên xeter ên vê pêngavê li ser îstîkrara bazarên cîhanî da.

Krêmlînê di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir ku, hêşta gelek ji hûrgiliyên plana Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo sînordarkirina hatin û çûna keştîvaniya girêdayî Îranê ne zelal in, bi taybetî ew gotgotkên ku behsa dorpêçkirina "Tengava Hurmizê" dikin. Rûsyayê tekez jî kir ku, her pêngaveke bi wî rengî dê bandoreke nerênî ya mezin li ser aboriya cîhanê bike.

Krêmlînê di derheqa dosyeya atomî de jî ragihand: "Pêşniyara Rûsyayê ji bo wergirtina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê hêşta wek xwe maye, herçend heta niha bi rengekî fermî daxwaz nehatiye kirin." Herwiha daxwaz kir ku bi hişyarî serederî ligel wê rewşê bê kirin da ku aloziyên deverê neteqin.

Ji aliyekî din ve jî, Amerîkayê bi rengekî fermî sepandina dorpêçê li ser wan keştiyan ragihand ên ku ber bi benderên Îranê ve diçin yan jê vedigerin, bi armanca lengkirina hinardeya petrola wî welatî. Li gorî wê biryarê, rê tenê bi wan keştiyên li benderên Îranê lenger naavêjin tê dayîn ku derbaz bibin.

Komara Îslamî ya Îranê ev biryar bi tundî red kir. Berpirsê Bilind ê Îranê Muhsin Rezayî jî ragihand: "Tehran rêyê nade ku tu dorpêç li ser wê bên sepandin." Amaje bi wê yekê jî kir ku, welatê wî ji bo rûbirûbûna van zextan xwediyê gelek şiyanên bikarneînayî ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin