
800 malbatên din ber bi Efrînê ve çûn
.
A+A-
Îro 800 malbatên koçber ên Efrînê ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ber bi bajarê xwe ve bi rê ketin.
Di çarçoveya peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, îro karwanekî nû yê koçberên Efrînê bi rê ket.
Karwan ji 800 malbatan pêk tê û niha ber bi Efrînê ve diçe.
Ev karwanê sêyem e
Ev karwanê sêyem e ku bi serpereştiya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ber bi Efrînê ve tê şandin.
Heta niha bi giştî 600 malbatên koçber vegeriyane Efrînê.
Beriya niha di karwanê yekem de 400 malbat û di karwanê duyem de jî 200 malbat vegeriyabûn.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin