PWK: Şehîdên Robozkê ji me re dibêjin ‘bi hişmendîyeke neteweyî, hevkarîyên xwe pêk bînin’

PWK: Şehîdên Robozkê ji me re dibêjin ‘bi hişmendîyeke neteweyî, hevkarîyên xwe pêk bînin’

.

A+A-

Buroya Ragehandinê ya  Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Şehîdên Robozkê ji me re dibêjin ‘bi hişmendîyeke neteweyî, hevkarîyên xwe pêk bînin’

 

Di 14emîn salvegera qetlîama Robozkê de, şehîdên Robozkê, li vê qetlîama ku Dewleta Tirkîyeyê kirîye ya ku hîna jî weke ''faîlî maçhûl'' maye temaşe dikin.

 

Dewleta Tirkîyeyê, hem kiryardarê vê qetlîamê ye, hem hîna jî qurbanîyên qetlîamê sûçdar dike.

 

Şehîdên Robozkê û wîjdanê mirovahîyê, bi awayekî ecêb mayî temaşeyî wê cîhana ku li himberî vê qetlîamê hîna jî weke kerr û koran tevdigerin dike.

 

Belê, şehîdên Robozkê li me, li yên dibêjin ''Em Qetlîama Robozkê ji bîr nakin'' temaşe dikin.

 

Şehîdên Robozkê, li gotinên me yên ''Em Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Melle Mustafa Barzanî, Helebçe û Enfalê ji bîr nakin'' guhdar dikin.

 

Şehîdên Robozkê li me, li yên dibêjin ''Em şehîdên xwe ji bîr nakin'', lê dîsa jî her roj bi dehan kesan şehîd didin temaşe dikin.

 

Şehîdên Robozkê, li ewên ku bi ezeztîya xwe, bi perçebûn û bi jihevketina xwe, dibin sebep ku rêya azadîyê zehemettir û dirêjtir bibe temaşe dikin.

 

Şehîdên Robozkê, li ewên ku bi ezeztîya xwe, bi perçebûn û bi jihevketina xwe, berhemên hemû fedekarî, şehadet û berxwedanên gelê me lawaz dikin temaşe dikin.

 

Ewên ku ji bo yekitîyeke neteweyî, sekneke neteweyî, hişmendîyeke neteweyî çênebe û nekemile, çi ji destên wan tê dikin; belê, şehîdên Robozkê li wan temaşe dikin.

 

Başê, çi ji me dixwazin, çi ji me dipên şehîdên Robozkê?

 

Şehîdên Robozkê, ji me re dibêjin: Yên di nav partîyekê de dikarin bibin yek, bila bibin yek; yên nikarin bibin yek, bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dan û stendin û dîyalogan de bin; yên nikarin dîyalogan jî bimeşînin, bila dijminatîya hev nekin.

 

Şehîdên Robozkê, li Bakurê Kurdistanê li benda partîyeke xurt, girseyî, milî, demokrat in; li benda tifaqeke stratejîk ya netewî û demokratîk ya xurt in; li benda wê yekê ne ku li ser daxwazên acîl yên miletê Kurd, hevkarîyeke berfireh pêk were û bi vê hevkarîyê hemû alîyên kurdan bibin teref û mixatabên Dewleta Tirkîyeyê.

 

Şehîdên Robozkê, li Başûrê Kurdistanê li benda wê yekê ne ku bi yekrêzîya gelê me, hikûmeteke xurt ya yekgirtî, milî, niştimanî bê ava kirin û ev hikûmet bikaribe yekitîya dezgehên pêşmerge, ewlekarî, aborî, dîplomasî, rêvebirî yên Herêma Kurdistanê pêk bîne, destkeftîyên federalî biparêze û pêşde bibe û li gel Bexdayê, li gel hemû dewletan wek yek alîyekî tevbigerin, bibin mixetab.

 

Şehîdên Robozkê, li Rojavayê Kurdistanê li benda wê yekê ne ku birayarên Konferansa Qamişloyê ya ku di 26ê Nîsana 2025ê de li dar ketibû bêne bicîh anîn û ew Heyeta Temsîlê ya k udi konferansê de hatibû hilbijartin,  wek nûnerê gele me yê Rojavayê Kurdistanê bibe mixatabê Rêvebirîya Şamê û hemû dewletên cîhanê.

 

Şehîdên Robozkê dibêjin, mimkune ku di encama van pêşhateyên li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn, hinek firsendên mezin bêne ber derîyê xuşk û birayên me yên li Rojhilatê Kurdistanê. Ji bo ku bikaribin van firsendan baş bikar bînin û ji bo gelê me destkeftinan bidest bixin, divê hêzên neteweyî yên li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berfireh, hevkarî û tifaqên xwe yên neteweyî, demokratîk pêk bînin.

 

Belê, Şehîdên Robozkê û hemû şehîdên me dibêjin, îro ji her demê zêdetir pêwîstî bi wê yekê heye ku li ser hişmendîya neteweyî, demokratîk, li her perçeyekî Kurdistanê hevkarî û tifaq bêne hûnadin; di nava hêzên her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê de jî, tor û mekanîzmayeke ku bikaribe koordînasyon, hemahengî, dîyalog, dan û stendin, lihevxwedîderketin, piştgirî, alîkarî, şêwra navxweyî, bi hev re dîyar kirina fikir û helwestên hevbeş bihûne heye.

 

Em di wê bawerî û hêvîyê de ne ku Qetlîama Robozkê û qesas û berpirsên wê qetlîamê  rojekê dê bêne darizandin.

 

Belê, me qetlîama Robozkê ya ku di şeva 28.12.2011ê de, ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hate li dar xistin ji bîr nekirîye, emê ji bîr nekin.

 

Em vê qetlîamê şermezar dikin.

 

Ji bo qetlîmên nû rûnedin, pêwîstîya me bi hevgirtin, hevkarî, tifaqên neteweyî heye, pêwîstîya me bi welatekî azad û di welatê xwe yê azad de bi jiyaneke adil û azad heye.

 

Em şehîdên Robozkê û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, ruhê wan şad, cîhê wan bihuşt be.

 

Em bangî Netewên Yekbûyî, Konseya Ewrûpayê, Mehkemeya Mafê Mirovan ya Ewropayê û dezgehên peywendîdar yên cîhanê dikin ku ji bo qesas û berpirsên vê qetlîamê bêne darizandin, gavên pêwîstî pê hene bavêjin.

 

28.12.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin