
PWK Şaxê Batmanê, di salvegera wefata Mele İmadettin Yetîz de, li ser gora wî ew bi bîr anî
.
Rêvebirîya PWK Şaxa Batmanê di 02.12.2025an katjimêr 14.00 an de, di salvegera pêncemîn ya wefata Mele Îmadeddîn Yetîz (Seydayê Gurdilî) de, ew bi bîr anî.
Bi beşdarbûna rêvebir, endam û dostên PWKyê û malbata Seydayê Gurdîlî, Li Batmanê li Gundê Kêrikê li ser mezelê wî, bibîranîn hate pêkhanîn. Li ser mezel dua hatin xwendin, mezelê wî bi Ala Kurdistanê û bi gulan hate xemilandin. Ji Bo Seyda û hemû şêhîdên Kurdistanê deqqeyekê rêz hate girtin.
Serokê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir beytek ji helbestên Seydayê Gurdilî xwend:
"Ez û ew tev hemfikr in di rêbaza Barzanî
Ew rêbaza pir durist xwedî nam û nîşanî
Gurdîlî bextewar e di paşîya emrê xwe
Kurdistaneke azad e wî dîtî bi çavê xwe"
Kedkarê doza azadîya Kurdistanê, sîyasetmedar û helbestvanê welatperwerê Kurd, Seydayê İmadettîn Yetîz (Seydayê Gurdilî) roja 02.12.2020ê ji ber nexweşîya Covid-19yê çûbû ber dilovanîya Xwedê.
"Mixabin pênc sal berê weke îro me şahidekî dîroka xwe ya nêzîk û hestekî kurdewarî wenda kir.
Ew kedkarekî welatê xwe û netewa xwe bû. Bi cil û bergên xwe û bi şaşika xwe ku nîşana çanda kurdî bû, ew dilsozekî neteweya Kurd bû.
Ew civaknas û evîndarekî welatê xwe, sîyasetmedar û helbestvanekî netewa xwe, helbestvanê "Qehremnanê Asrê Bîsta" bû.
Ew xwedîyê du dîwanan ya bi navê “Banga Yekîtî Bo Azadî" û "Mizgînîya Azadîyê” bû.
Em soz didin ku em dê bêwestan heta Alaya Kurdistanê li ser axa Kurdistanê bi azadî li bal bibe, şopgerê doza te bin, Seyda. Her dem tê di bîra me de bê Seyda. Te hêlîna xwe di dile her kurdekî de çêkirî û tu di dilê wan de dijî."
Seydayê Gurdilî hem weke kurdperwerekî sîyasî hem weke helbestvanekî xizmetek bêhempa ji bo netewa xwe, bi fidakarîyek mezin kirîye.
Li ku derê karekî kurdînî hebûye, bi keda xwe, bi sekna xwe Seyda li wê derê bû û pirê caran jî serkêşîya wî karî kirîyê.
Di hişyarbûn û belavbûna fikr û ramanên netewî tevî feqîyên xwe li herema Xerzan, Çîyayê Deşta Bişerîyê, Li herema Batman û Silîvanê de roleke mezin ya wî hebû. Ji bo her kurdperwerekî pêşnimûne û rolmodelekî kurdî bû.
Melle İmadettîn Yetîz 60 salan wek rewşenbîr, sîyasetmedar û helbestvanekî dilsoz û welatperwer, di doza azadîya Kurd û Kurdistanê de xwedîyê ked û roleke hêja bû.
Melle İmadettîn Yetîz, bi helwest û fikirên xwe, bi helbest û têkoşîna xwe her avaker û dilxwazê tifaq û hevkarîyên netewî û niştimanî bû.
Seydayê Gurdilî û hemû kedkar û şehîdên doza azadîya Kurdistanê rûmeta me ne.
Ew kurdperwerê bêwestan ji bo welatê xwe, ji bo miletê xwe xebitî; ji kîsê me tevan çû. Em ê her tim wî bi rêzdarî bibîrbînin.
Emê ked û xebata Seydayê hêja tu carî ji bîr nekin û emê wan tovên ku Seydayê me avêtîye, di nav dilê gelê me de, her û her geş bikin.
Em weke endamên PWKyê bi nasandina Seydayê Dilovan gelekî kêfxweş in û em dê her tim şopgerê xebat û têkoşîna wî bin.
Xwedayê Dilovan Seydayê me, helbestvanê me ku rêbaza wî xeta neteweyî û kurdistanî bû bi rahma xwe şad bike, mekanê wî rohnî û ciyê wî biheşta Firdews be; ew mevanê Mele Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed , Şêx Seîd û Seyîd Riza be.
Li ser navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWKyê) sersaxîyê ji malbatê, heval û hogirên wî re dixwazin; bila serê miletê Kurd û Kurdistanê sax be.
Kurê wî Şerefxan Yetîz piştî bixêrhatina bêşdarvanan li ser Seyda ev aghadarî pêşkêş kir:
"Seyda pêşî Mem û Zina Ehmedê Xanî dixwîne; bi helbestên Melayê Cizîrî û Cegerxwîn evîna wî ya ji bo helbesta kurdî geştir dibe. Seydayê Gûrdilî evîna dilê xwe derbasi ser reşbeleka dike.
Armanca wî ew bû ku xizmeta milletê xwe bike û şopekê ji bo dîrokê li dû xwe bihêle. Seydayê Gûrdilî di jîyana xwe de însanekî dilovan, xweşbîn û geşbîn bû. Evîna di dilê wî de bêhempa bû. Şaşika serê Seydayê Gûrdilî taca zêrin bû û ew sembola Kurd û Kurdistanê û Peşmergê qehraman bû.“
Wekî dosteki nezîk Şexmus Hamo behsa taybetîyên Seyda kir û helbestek wî xwend.
Mele Kazim behsa serpêhatîyên xwe û Seyda anî ziman û bi duayan ew bibîranî.
Di dawîya bîranînê de, Şerefxan Yetîz, Dîvana Seydayê Gurdilî ya bi navê "Mizgînîya Azadîyê" dîyarî bêşdervanan kir.
02.12.2025
Partîya Welatparêzên Kurdistanê
PWK Şaxê Batmanê




NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin