PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ

PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ

.

A+A-

Roja 16.08.2026ê, li Stockholmê 80 salîya salvegera damezrandina PDKyê bi beşdarîya nûnerên partîyên siyasî,dezgehên sivîl, rewşenbîr û kesayetên siyasî bi awakî girseyî hate pîroz kirin. 

Ahenga pîrozbahîyê ji alîyê PDK liqê Swêdê ve hate organîzekirin. Partîya Weletparêzên Kurdistanê (PWK) jî bi heyeteke ku ji Nezîr Akad, Mumtaz Aydin, M. Selîm Ûzûn, Tahsîn Aslan û Zinar Soran pêk dihat beşdarî vê bibîranînê bû. 

Weke tê zanîn Partîya Demokrata Kurdistana Iraqê di 16 Tebaxa 1946an li Mahabadê hatibû damezrandin; herweha di heman rojê de rêzdar Mesûd Barzanî jî hatibû dinyê. Bi vê minasebetê PWK Nûnertîya Swêdê di mesaja xwe 80 salîya PDKê û 80 salîya jidayikbûna Rêzdar Serokê Mesûd Barzanî pîroz kir.

16.08.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Mesaja PWK Nûnertîya Swêdê ya ji bo 80 salîya salvegera damezrandina PDKyê:

Ji bo Komîteya Amadekar ya pîrozbahîya 80ê salîya PDKyê

Hevalên hêja, 

Partîya Welatparêzên Kurdistanê PWK Nunertîya Swêdê salvegera damezrandina 80 salîya PDKê li serokatî, endamên partîyê û miletê Kurd pîroz dike.


Birêzan!

PDK di vî 80 salên buhurî de bi bedêlên mezin, bi îstîqrar tekoşîneke bêhempa domandîye. Îro jî PDKe di avadanî û ewleyîya Başûrê Kurdistanê de roleke girîng dilîze. 

Bûyer û guherînên mezin li Rojhilata Naverast rû didin. Di vê pêvajoya guherînên Rojhilata Naverast de, pêdivîyeke yekta bi hevkarîya hêzên Başûrê Kurdistanê heye.  Di pêvajoya hevkarîya hêzên Başûrê Kurdistanê de rol û cîyê PDKê girîng û taybetî ye. Em hêvîdarin ku PDK û nemaze Serokê Kurdistanê birêz Mesud Barzanî, di yekrêzîya hêzên Kurdistanî de û di avakirina hukumeta nû ya Kurdistanê de, lê herweha di yekkirina hêzên Peşmergeyî de jî rola xwe ya sereke bileyize û Başûrê Kurdistanê ji vê qeyrana demkî azad bike.


Weke tê zanîn 16 tebaxê di heman demê de roja ji dayikbûna cenabê Serok Mesûd Barzanî ye. Bi vê munasebetê em roja jidayikbûna rêzdar Mesûd Barzanî pîroz dikin û temenekî dirêj û bi sihet ji bo cenabê wî dixwazin.

Serkeftin dê para tevgera rizgarîxwazîya neteweyî û Kurdistanê be!  

Bijî Kurd, Bijî Kurdistan!

16/08/2026, Stockholm

Partîya Welatparêzên Kurdistanê-PWK Nûnertîya Swêdê

 

a9f5c08a-e732-4c3e-adf8-ea230be9fc06-001.jpega2c18f7a-574d-4618-93f4-3c8ff57cb1c1.jpegea3c23d8-904f-4818-847e-53339f6e2437.jpeg3471e45d-437a-4507-9ea3-c4f1f9ca3c15.jpegf4afe364-215e-46c1-8e8e-8c5e43a43be0.jpeg8b998db2-f28d-48e4-89d4-4dd2a159141b.jpeg

 

2750a991-51d3-4d41-95bb-5d5c1ee89195.jpeg

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin